Şandeya Îmraliyê bi Wezîrê Dadê re hevdîtin kir 2025-12-23 13:21:46   ENQERE -  Endamê Şandeya Îmraliyê Mîthat Sancar piştî hevdîtina bi Wezîrê Dadê Yılmaz Tunç re diyar kir ku aştî bi hiqûq û adaletê dikare were mayîndekirin û ji bo wê jî peywîreke mezin dikeve ser milê Wezîrê Dadê.   Endamên Şandeya Îmraliyê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îmraliyê ku ji parlamentera Wanê Pervîn Buldan, parlamenterê Rihayê Mîthat Sancar û endamê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol pêk tê, di çarçoveya serdanên pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de serdanên xwe didomînin. Endamên Heyetê di çarçoveya van hevdîtinan de li avahiya Wezareta Dadê bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re rûniştin û hevdîtin pêk anîn.   Hevdîtin ji çapemeniyê re girtî pêk hat. Hevdîtin seatek û nîvê dewam kir. Piştî hevdîtinê Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç, Heyetê heya ber derî oxir kir û tev li daxuyaniyê nebû.   Piştî hevdîtinê endamên şandeyê li ber deriyê Wezareta Dadê daxuyanî da çapemeniyê.   Mîthat Sancar ewilî axivî û anî ziman ku wan hevdîtineke berfireh kirine û wiha got: “Me hem li ser xebatên wan agahî girtin û hem jî pêşniyarên xwe gotin. Em li ser pirsgirêka hiqûq û edaletê ku di rojevê de ye rawestiyan. Li ser pêvajoyê jî li ser serarestkirina hiqûqê nêrînên xwe parve kir. Aştî tenê bi hiqûq û edaletê dikare bê mayîndekirin. Ji bo vê jî peywîreke mezin dikeve ser milê Wezîrê Dadê. Wî jî ev tişt got. Di ferqê de ye. Li ser gelek xalan xebat tên kirin. Paketa 11emîn jî di nav de me ji bo zemîna hiqûqê bê xurtkirin gelek mijar nîqaş kir. Her wiha ji bo pêvajoyê çêkirin ango guherîna qanûnan jî mijara me bû. Em ji birêz Wezîrê Dadê hîn bûn ku xebatên wan jî hene û pêşniyarên xwe jî kir. Armanca me ew e ku em aştiyê bi hiqûqê mayînde bikin. Di vê çarçoveyê de hevdîtin dê bidomin. Serkeftina vê pêvajoyê bi xebateke bi hev re pêkan e.”   Pervîn Buldan jî diyar kir ku li girtîgehan binpêkirinên mafên girtiyan anîne ziman û wiha got: “Rewşa girtiyên nexweş û şewitandina înfaza girtiyan jî mijara me bû. Gelek girtiyên nexweş hene û ji ber biryarên Lîjneya Çavderiyê û Îdareyê ya Girtîgehan nayên berdan. Li ser vê yekê me fikir û pêşniyarên xwe kirin. Em ê jî bişopînin. Ji bo serkêftina pêvajoyê ev yek girîng e.”