Ji ber meclise bang kirin: Em ji bo zarokan edaletê dixwazin 2025-12-11 15:43:54     ENQERE– Jinan ku barîkat  derbas kirin, li ber Parlamentoyê daxuyaniyek dan û gotin, "Em vê pergala ku zarokan naparêze, ne jî vê zîhniyeta ku îstîsmarkirinê rewa dike qebûl nakin. Em ji bo zarokan edaletê dixwazin. Rêveberiya Parlamentoyê, ku erkên xwe yên çavdêriyê pêk nayne, berpirsiyar e" û daxwaza îstifaya Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş kirin.   Platforma Jinan a Enqerê li ber Deriyê Dîkmen ê Parlamentoyê li dijî tacîza li ser keçên lîseya pîşeyî û teknîkî yên ku li xwaringeha Parlamentoyê stajyeriyê dikin a ji aliyê mêrên ku bi salan e wekî karmendên Parlamentoyê dixebitin çalakî li dar xist.   Jinên li vir kom bûn pankart hilgirtin û dirûşmên wekî "Sûcdaran neparêzin darizînin", "Numan Kurtulmuş îstifa bike" û "Jin, Jiyan, Azadî" berz kirin.  Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglu û parlamenterên din ên Partiya Kedê (EMEP), zêdetirî 20 parlamenterên Partiya CHP’ê  û xebatkarên parlementoyê beşdarî çalakiyê bûn. Daxuyanî ji alyê endama Platforma Jinan a Enqereyê Dondu Kurşûnoglu ve hat xwendin.   Piştî daxuyaniyê jinên endamên platformê, xwestin ku restorana meçliye ya ku kiryar hîna lê dixebitin ji aliye parlamenteran ve bê pirotestokirin û neçinê.