‘Gelê Kurd nûnerên berxwedana li Rojhilata Navîn in’ 2025-12-11 09:03:25   Devrîm Findik   STENBOL - Akademîsyena Aştiyê Yildiz Onen diyar kir ku ji serhildana ‘Jin jiyan azadî’ ya li Îranê re gelê Kurd pêşengiyê dike û got: “Gelê Kurd li Rojhilata Navîn jî nûnerên berxwedanê ne.”   Danezana aştiyê ya di 2016’an de li Tirkiyeyê ji aliyê Akademîsyenên Aştiyê ve ve hat weşandin, zext û sînorkirina azadiyên akademîk nîşan da. Akademîsyenên ji Tirkiyeyê hatin sirgunkirin jî ji bo pîşeya xwe li derveyê welat bimeşînin xebatên aktîf meşandin. Akademîsyena Aştiyê Yildiz Onen der barê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û zextên li ser akademiyê axivî.   ‘Armanca me afirandina rihê aştiya civakî ye’   Akademîsyena Aştiyê Yildiz Onen da zanîn ku armanca esas a Tora Aştiyê ya Rexnegir pêkanîna rihê aştiya civakî ye û wiha vegot: “Hawira xebateke akademîk ya ku Kurdan bi giştî lêkolîn dike di 20 salan de hewl hat dayîn bê rûniştandin. Dîroka Kurdan ne ji çavê mêtîngeran ji çavê gelê Kurd tê nivîsin, xebatên ku xwedî li ziman tê derketin, hebûn tê vegotin bi salan e tên kirin. Di Tora Aştiyê ya Rexnegir de gelek akademîsyenên bi KHK’ê hatine îxrackirin hene. Tiştên ku em bi van endamên hîndekariyê re dikin ev e ku dîroka Kurdan ne ji çavê mêtîngeran ji çavê gelê Kurd bê nivîsinê ye.”   ‘Kurd pêşengên berxwedana li Rojhilata Navîn e’   Yildiz Onen di berdewamiyê de daxuyakirin ku nûnerên herî mezin yên berxwedana li  Rojhilata Navîn gelê Kurd e û wiha bi lêv kir: “Wek berxwedana ‘jin jiyan azadî’ ya li Îranê jî tê dîtin, gelê Kurd nûnerên berxwedana li Rojhilata Navîn in. Yek ji peywira girîng a akademiyê ev e ku dengê Kurdan bê bihîstin. Ji ber her tim zext û rejîmeke otorîter hebû. Li dijî vê berxwedanên cidî hebûn. Em neçar in vê berxwedanê vebêjin.”   ‘Divê jin têkoşîna navneteweyî bimeşînin’   Yildiz Onen destnîşan kir ku têkoşîna jinan xwedî potansiyela ku civakê biguherîne ye û ev nirxandin kir: “Li Rojhilata Navîn bi salan e têkoşîna jinan a enternasyonal bi civakê re guherînên mezin kirin. Li dijî serdestiya mêr têkoşîna jinan pir tişt guhert. Divê têkoşîna navneteweyî ya jinan bê meşandin.”   Yildiz Onel balkişand ser zextên li ser avabûna Akademîsyenên Ji Bo Aştiyê û got ev zext herî zêde bandor li xwendekarên zanîngehê dike û wiha dawî lê anî: “Me di xebatên akademîk de pir zehmetî kişandin. Ya girîng nehiştin li Tirkiyeyê akademiyek nû vebibe. Xwendekar li perwerdehiyeke rastgir û mîlîtarîst rû bi rû dimînin. Hêvî dikim ku li Tirkiyeyê em derfetên akademiya nû bibînin.”