Bi 'Çareseriya Li Cih' daxwazên welatiyan tên cih 2025-12-10 11:02:12     AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi xizmeta xwe ya "Çareseriya Li Cih" daxwazên welatiyan çareser dike.   Tîmên Serokatiya Daîreya Çapemenî, Weşan û Têkiliyên Gel, bi xebatên xwe yên li taxên navçeyên Rezan, Peyas, Yenîşehir û Sûrê, pirsgirêk û daxwazên welatiyan tomar dikin û ji wan re çareseriyê peyda dikin. Di çarçoveya van xebatan de, tîmên Yekîneya Çareseriya Li Cih, hem li taxan broşûran belav dikin û hem jî pirsgirêk û daxwazên welatiyan tomar dikin û ji bo çareseriyê ji Daîreya Serokatiyên têkildar re radigihînin.   Li qadên gilîdar dezenfektekirin hat kirin   Di vê çarçoveyê de, tîmên Çareseriya Li Cih, daxwaza welatiyên ku li Taxa Kabî ya Sûrê dijîn a derbarê dezenfektekirina li hember kêzikan de, ji Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê re ragihandin. Li ser vê yekê, tîmên yekîneya dezenfektekirinê, bi amadebûna tîmên Serokatiya Daîreya Çapemenî, Weşan û Têkiliyên Gel, li qadên gilîdar li hember kêzikan xebatên dezenfektekirinê pêk anîn û daxwaza welatiyan bi cih anîn.   Daxwaza konteynerên çopê yên welatiyan hat cih   Tîmên Çareseriya Li Cih, daxwaza welatiyên Taxa Fabrîka ya navçeya Yenîşehirê ya derbarê konteynerên çopê de tomar kirin û ev daxwaz ji Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrolkirina Jîngehê re şandin. Tîmên Midûriyeta Şaxa Parastina Jîngeh û Kolandinê û tîmên Şaredariya Yenîşehirê, konteynerên çopê yên kevin û riziyayî yên li taxê tamîr kirin, û li cihên ku pêdiviya wan bi konteynerên çopê heye jî yên nû danîn.    'Em bi têgihîştineke çareserî-rêbar tevdigerin'   Derbarê xebatên xwe de, Midûra Şaxa Têkiliyên Gel Bahar Soysal agahî dan û got ku, di çarçoveya xebata meydanî de, li gor daxwazên ji welatiyan tên, tevdigerin û bi Serokatiya Daîreya têkildar re dikevin têkiliyê. Soysal destnîşan kir ku li ser daxwaza welatiyan, wan konteynerên çopê yên kevin ên li Taxa Fabrîka tamîr kirine û yên nû li cihên ku konteynerên wan tune ne danîne, û wiha pê de çû:   "Li Taxa Kabîyê jî pirsgirêka dezenfektekirinê hebû. Me ew jî çareser kir. Belavkirina broşûran dê li taxan bidome. Em ê bi fêmkirina xwe ya çareserî-rêbar tevbigerin û bi berdewamî bi Daîreya Serokatiyên têkildar re di têkiliyê de bin û daxwazên ji gelê me tên, bi cih bînin."