ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2025'AN 2025-12-04 09:00:00     *Jinan der barê Pêvajoya Civaka Demokratîk de nirxandin kirin û helwesta CHP’ê ya dijberê pêvajoyê rexne kirin û gotin: “Em vê aştiyê ji bo gelan dixwazin. Ji bo pêvajo biserkeve divê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bê.”  DÎMEN HEYE     *Her çend Dêrsim piştî giliyê sûc ê ji aliyê B.T. ve, jineke ku şebekeyeke fihûşê eşkere kiriye, di nav aloziyê de ye jî, nebûna ti daxuyaniyekê ya ji aliyê rayedaran ve ya li ser vê mijarê balkêş e. Nurşat Yeşil, endama Platforma Jinan a Dêrsimê, diyar kir ku hilweşîna exlaqî bi polîtîkayên şerê taybet zêde dibe û girîngiya têkoşîna civakî destnîşan kir. DÎMEN HEYE   *Reşehat Ceylan ku diyar kir ku ji bo keça ku wê heft sal berê di şerekî de winda kiriye, doz li wê hatiye vekirin û got: "Zarokê min şehîd bû û divê ez berdêla wê bidim? Divê ez dozê li kê vekim? Zarokê min jî şehîd bû. Ez vê rewşê qebûl nakim." BI DÎMEN