Şehrîban Akdere piştî 10 salan hat tahliyekirin 2025-11-28 21:22:03     ERZÎNGAN – Şehrîban Akdere ya li girtîgeha Jinan a Erzînganê girtî bû piştî 10 salan hat tahliyekirin.   Girtiya siyasî Şehrîban Akdere ya ku li girtîgeha Jinan a Erzînganê girtî bû piştî 10 salan şûnde hat tahliyekirin.   Şehrîban Akdere di 10’ê Çileyê 2016’an de bi îdiaya ‘endamtiya rêxitsinê’ hat girtin û ji aliyê 2’emîn Dadgeha Ceza Giran a Mêrdînê ve ji ‘endamtiya rêxistinê’ 9 sal bi îdiaya ‘îfadeyên ne rast’ jî salek ceza bi giştî 10 sal ceza lê hatibû birîn.   Şehrîban Akdere îro ji girtîgeha Jinan a Erzînganê hat tahliyekirin û xizmên wê li ber girtîgehê ew bi coş pêşwazî kir.