Civîna Jinan a li Hênê: Bal kişand ser piştevaniya li dijî şîdetê 2025-11-28 13:21:12   AMED - Di civîna jinan a ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Hêne ve li Taxa Nirêbê hat lidarxistin de, bal hat kişandin ser girîngiya piştevaniya li dijî şîdetê. Di çalakiyê de jinan li ser mekanîzmayên piştevaniyê yên ku divê di têkoşîna li dijî şîdetê de serî lê were dayîn hatin agahdarkirin.   Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê, di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta Ser Jinan de, bi hevkariya Şaredariya Hênê re li Taxa Nirêbê civîneke jinan pêk anî. Hevşaredara Hênê Besîle Narîn, Seroka Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê Ozden Gurbuz Sumer û endamên meclîsa şaredariyê beşdarî bernameyê bûn.   ‘Têkoşîna jinan girîng e’   Hevşaredara Besîle Narîn di civînê de axivî û behsa dîroka 25’ê Mijdarê kir û bal kişand ser girîngiya têkoşîna jinan. Besîle Narîn anî ziman ku xebatên wan ên li ser pirsgirêka ava vexwarinê ya li Taxa Nirêbê didomin û got ku dê ev pirsgirêk di sala 2026’an de were çareserkirin.   Piştevaniya jinan   Seroka Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê Ozden Gurbuz Sumer jî bal kişand ser çalakiyên 25’ê Mijdarê û got ku ew ji bo guhdarîkirina jinên Taxa Nirêbê hatine cem hev. Ozden Gurbuz Sumer girîngiya piştevaniya jinan a li dijî şîdeta ser jinê destnîşan kir û anî ziman ku civînên bi vî rengî ji bo afirandina hişmendiya civakî xwedî girîngiyeke mezin in.   Jinan serpêhatiyên xwe bi zarve kirin   Piştî axaftinan, bi jinan re hevdîtinên yek bi yek hatin kirin. Di hevdîtinan de, jinan li ser şîdetê nirxandinên xwe kirin û bi taybetî bal kişandin ser şîdeta aborî. Jinan parve kirin ku ji ber nebûna azadiya wan a aborî, gelek jin rastî şîdeta mêran tên û nikarin ji çerxa şîdetê derkevin. Her wiha jinan anîn ziman ku pirsgirêkên binesaziyê yên li gund çawa jiyana wan a rojane zehmetir dike û xwestin ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên wekî elektrîk, av û binesaziyê hewldanên zêdetir werin kirin.   ‘Divê xebatên berfireh werin kirin’   Jinan bal kişandin ser berdewamiya zewacên zû û bi zorê yên di temenê zaroktiyê de û xwestin ku ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê xebatên berfirehtir werin kirin. Di hevdîtinê de, jinan her wiha diyar kirin ku ji ber perwerdehiya bi veguhastinê gelek zarok nikarin herin dibistanê û destnîşan kirin ku divê ev pirsgirêk jî were çareserkirin.   Jin hatine agahdarkirin   Di dawiya civînê de, broşûrên agahdarî, stîker û magnetên der barê mekanîzmayên piştevaniyê yên ku divê di têkoşîna li dijî şîdetê de serî lê were dayîn, wekî malên penaberiyê, navendên piştevaniyê û xetên alîkariyê yên lezgîn, li jinan hatin belavkirin.