Endamên komisyonê ber bi Îmraliyê ve bi rê ketin 2025-11-24 12:38:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Endamên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya ku li Meclîsê hatiye avakirin, ji bo ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike, ber bi Îmraliyê ve çûn.   Endamên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya ku li Meclîsê hatiye avakirin, ji bo ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike, ber bi Îmraliyê ve çûn. Di komisyonê de Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Cîgirê Serokê Giştî yê MHP’ê Fetî Yildiz û ji AKP’ê Huseyîn Yaman cih digirin.   Di hevdîtinê de dê şandeya komîsyonê li Abdullah Ocalan guhdarî bike. Girtekên hevdîtinê dê 10 salan veşarî bên girtin. Tê payin ku Abdullah Ocalan di hevdîtinê de sedemên derketina PKK’ê, tifaqa Tirk-Kurdan, hewldanên aştiyê, pêşniyarên çareseriyê û pêvaoya çêkirina zagonan nirxandinan bike.