‘Tundiya aborî tê normalkirin’ 2025-11-24 09:04:32   Nazlican Nujîn Yildiz   ÎZMÎR - Nûnera Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin ya Îzmîrê Esra Akin der barê tundiya aborî ya li ser jinan axivî û got: “Tundiya aborî yek ji cureyê tundiya mêr desthilatdarî û pergalê ye. Ev cureyê tundiyê ji ber kalibên civakî tê normalkirin.”   Tundiya fîzîkî ya li ser jinan roj bi roj giran dibe û cureyên din ên tundiyê jî her diçe zêde dibe. Yek ji cureyê tundiyê ya ku tundiya fîzîkî xwedî dike ya aborî ye. Tundiya aborî ya li ser jinan bi sînorkirina maf, xwegîhandina çavkaniyên aborî, kontrolkirina maf û sînorkirina maf dertên pêşberî me. Ked, hatin, hebûna mal û azadiya aborî ya jinê ji dest tê girtin û bê hêz tê hiştin. Bi van pêkanînan jinan girêdayê xwe dihêlin.   Nûnera Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) ya Îzmîrê Esra Akin der barê tundiya aborî ya li ser jinan axivî û da zanîn ku tundiya aborî ji ser zextên desthilatdarî û kalibên civakî tê normalkirin û got divê li dijî vê rêxistinên jinan û rêxistin girseya demokratîk di piştevaniyê de bin û têbikoşin.   ‘Herî zêde di malbatê de tê dîtin’   Esra Akin diyar kir ku tundiya aborî herî zêde di malê de tê dîtin û got: “Nexebitandina jinan, nexwendina jinan, hatina jinê bi heqdestekî sînokirin û xespkirina mafê pewerdeyê. Ev hemû tundiya aborî diyar dikin. Mixabin li Tirkiyeyê ev tundî piranî di malbatê de  tê dîtin.”   ‘Tundî ji ber kalibên civakî tê normalkirin’   Esra Akin behsa tundiya borî û normalkirina tundiya aborî kir û wiha got: “Keda malê ya jinan tê tunekirin, jin di şertên bê ewle de tên îstîhdamkirin, bê sîgorte tê xebitandin û ji ber newekheviya zayendî ji aliyê desthilatdariyê ve ev tê normalkirin. Jin vê normal dibînin û sedema vê jî kalibên civakî yên hatine ferzkirinê ne. Keda jinê wek ne ked e tê axaftin. Her wiha divê keda nava malê ya jinan neyê bênirxkirin. Divê mafê teqawîtbûna jinan di malê de kedê didin hebe. Divê ji bo jinan qadên îstîhdama bi ewle hebin. Divê rêbazên jinan hebin.”   ‘Ji her alî jin bi tundiya aborî re tê rû hev’   Esra Akin wiha berdewam kir: “Ji sedî 42.5 jin tundiya aborî dibînin. Em ji daneyên dewletê derdikevin rê û dibêjin. Lê bêguman ev tundî ji çînî cuda nikare bê nirxandin. Li gorî daneyên TUÎK’ê ji sedî 32 jinên ku mafê perwerdehiyê ji destê wan hatine girtin bi tundiya aborî re tên rû hev û jinên perwerdehiya bilind temam kirine ji sedî 10 bi tundiya aborî re tên rû hev. Tundiya aborî yek ji cureyê tundiya mêr desthilatdarî û pergalê ye. Ev cureyê tundiyê ji ber kalibên civakî tê normalkirin. Rêxistinên jinan, sendîka û rêxistinên girseya demokratîk tundiya aborî veguhertine têkoşîna civakî. Têkoşîna li dijî tundiya aborî ne şexsî ye. Divê li dijî vê têkoşîneke bi rêxistinkirî bê meşandin.”