'Li dijî tundiyê avakirina cihên azad peywira me ya sereke ye' 2025-11-24 09:03:19   Gulistan Gulmuş   RIHA - Aktîvîsta TJA’yê Aylîn Karakaş diyar kir ku ji bo pêşî li her cureyê tundiya li ser jinan bê girtin, zêdetir rêxistinbûnê xurt dikin û wiha got: “Pêşî li tundiyê girtin û afirandina cihên azad ên li dijî tundiya li ser jinê, avakirina hişmendiyê, peywir û berpirsyariya me ye.”   Tundiya li ser jinê roj bi roj bi teşeyên cuda her diçe giran dibe û bûye krîzeke ku normal tê dîtin. Li her derê cîhanê bi taybet jî li Rojhilata Navîn jin wek kole û alav tên dîtin. Ligel vê jî jin li dijî her cureyê tundiyê rêxistinbûn û têkoşîna xwe didomîne. Di demên dawî de jin îfadeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ‘Jin azad nebin civak jî azad nabe’  wek destpêka rê dibînin û torên têkoşînê berfireh dikin. Tevgera Jinên Azad (TJA) hedef dike ku vê torê mezin bike.   Aktîvîsta TJA’yê Aylîn Karataş ber bi 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî nirxandin kir.   ‘Divê tundî neyê normalkirin’   Aylîn Kartaş balkişand ser girîngî û wateya 25’ê Mijdarê û wiha vegot: “Tundiya li ser jinê di roja îro de piralî tê meşandin.Tundiya li ser jinan her diçe giran dibe. Yek ji teşeyê gerî giran qetilkirina jinan e. Divê pêşî li vê bê girtin. Her jin bi tundiyê re tê rû hev. Yanî dewlemend, xizan, xwendayî, nexwendayî, di partiyê de, di malê de, ji kîjan îdeolojiyê dibe bila bibe rastiyeke tundiyê ya li hember hemû jinan tê meşandin heye.  Divê tundî neyê normalkirin.”   ‘Divê bindest tunebin’   Aylîn Karakaş daxuyakirin ku ji bo çareseriya li dijî tundiyê divê li dîroka koletiya jinê bê nêrîn û ev tişt vegot: “Divê li pergala ewil a koletiya jinê bê nêrîn. Em niha li tundiya li ser jinan dinêrin, cihê ku ev tundî jê tê koletiya jinê bi xwe ye. Koletiya jinê, bindestiya jinê hemû nirxên civakî bandor dike. Ji ber vê divê li cîhanê tu kes ne bindest bin. Birêz Ocalan perspektîfa Jîneolojiyê danî holê. Perspektîfa jîneolojiyê, rastiya jinê heqîqa jinê nîşan dide. Bêguman ev ji bo me pêvajoyek nû ye. Bindestiya hezaran salan a jinan, ji nûve xwendina dîrokê ji bo me qonaxek girîng e. Di vî alî de ev perspektîf gelek girîng e.”   ‘Em hewl didin têkoşînê mezin bikin’   Aylîn Karakaş  wiha dirêjî dayê: “Perspektîfa Abdullah Ocalan bi 25’ê Mijdarê di heman nokteyê de tê gel hev. Hemû jinên cîhanê di heman xeta têkoşînê de tîne gel hev. Jin li dijî serdestan tên gel hev û daxwazên xwe tînin ziman. Perspektîfa ku serokatiya me ‘Jin azad nebe civak azad nabe’ di 25’ê Mijdarê de digihêjîne rojeke temsîlî. Em di 25’ê Midjarê de li kolan û qadan e. Ji bo pêşî li her cureyê tundiya li ser jinan bê girtin, em rêxistinbûnê xurt dikin. Pêşî li tundiyê girtin û afirandina cihên azad ên li dijî tundiya li ser jinê, avakirina hişmendiyê, peywir û berpirsyariya me ye.”