ROJEVA 24'Ê MIJDARA 2025'AN 2025-11-24 09:00:00     *Aktîvîsta TJA’yê Aylîn Karakaş diyar kir ku ji bo pêşî li her cureyê tundiya li ser jinan bê girtin, zêdetir rêxistinbûnê xurt dikin û wiha got: “Pêşî li tundiyê girtin û afirandina cihên azad ên li dijî tundiya li ser jinê, avakirina hişmendiyê, peywir û berpirsyariya me ye.” DÎMEN HEYE    * Nûnera Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin ya Îzmîrê Esra Akin der barê tundiya aborî ya li ser jinan axivî û got: “Tundiya aborî yek ji cureyê tundiya mêr desthilatdarî û pergalê ye. Ev cureyê tundiyê ji ber kalibên civakî tê normalkirin.” DÎMEN HEYE    *Cigira hevşaredara Çinarê Kader Uzun balkişand ser tundiya li ser jinan û da zanîn ku tundî polîtîk, civakî û sîstematîk e û got: “Her roja ku dewlet berpirsyariya xwe nayne cih jiyana jinan hedef tê giritn. Ji bo avakirina civaka demokratîk a bi jinan azad re em têkoşînê mezin dikin.” DÎMEN HEYE    *Gulderen Varli ya DEM Partîyî ku pêşnûmeyên wê yên der barê ronîkirina mirina biguman a Rojîn Kabaîş ên dabûn meclîsê bi dengên AKP-MHP’ê hat redkirin wiha got: “Heta ku rayedar bersiva pisa ‘Çi bi Rojînê hat?’ nedin, berpirsên vê mijarê ne. Em bang li hemû jinan dikin ku ji bo Rojîn Kabaîş û hemû jinên hatine qetilkirin di 25’ê Mijdarê de li qadan bin." DÎMEN HEYE    *Parlamentera DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayan, da zanîn ku piştî ku komîsyon çû Îmraliyê şûnde divê sererastkirinên qanûnî demildest bên kirin û wiha got: “Çareseriya van pirsgirêkan encax bi gavên wêrek pêkan e.” DÎMEN HEYE    *Dayika Nîsa Taşdemîr a 15 salî ku di şewata li fabrîqeya li Dîlovasi derket de jiyana xwe ji dest da, Altun Taşdemîr diyar kir ku tu tedbîr nehatiye girtin û got: “Em ê pêşa bûyerê bernedin. Zarokên me ax heq nekirin.”DÎMEN HEYE