Di roja mafê zarokan de zarok li qadên bê ewle ne! 2025-11-19 09:05:09   Oznur Deger   WAN - Di 20’ê Mijdarê Roja Mafê Zarokan de ku divê zarok di qadên ewle debûna, di qadên bê ewle de jiyana xwe didomînin. Bi zarokên ku bi dayikên xwe re li girtîgehan dimînin re bi giştî 5 hezar û 383 zarok di girtîgehan de ne.                                                                                                                                                                                                       Li cîhanê faşîzm, mîlîtarîzm, netewperestî, nîjadperestî û zayenperestî zarokan dike bin serdestiyê. Li cîhanê gelek zarok bê parastin, bê malin û heman demê de di bin binpêkirina zîhniyetên nebaş de. Zarok wek hêza kar a erzan tên xebitandin, terkî kolanan tên kirin, din ava şer de tên hiştin, bi her cureyê zext, êrîş û destdirêjiyê re tên rû hev.   20’ê Mijdara 1989’an de Peymana mafê Mirovan ji aliyê Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hat qebûlkirin.   Zarok li cîhanê û erdnîgariya Rojhilata Navîn di şert û mercên giran de jiyana xwe didomînin. Yek ji welatên ku ewlehiya zarokan tuneye Tirkiyeye. Zarokên girtî, zarokên di yurdên bêkesan de, zarokên wek hêza erzan a kar tên xebitandin, zarokên bi wesayîtên zirxê hatine qetilkirin, zarokên destdirêjî lê hatine kirin, zarokên di malê de tundiyê dibînin.   Li girtîgehan 4 hezar û 561 zarok hene   Li gorî daneyên Îstatîstîkên Girtîgehan a Komeleya Civakên Sivîl a Pergala Înfaza Ceza (CÎSST) ji 1’ê Cotmehê şûnde hejmara zarokên navbera 12-18’an yên girtîgehan de 4 hezar û 561 e.   Her wiha li girtîgehan 19 hezar û 290 girtiyên jin hene û hejmara zarokên navbera temenê 0-3 yên ligel dayikên xwe jî 434 e, yê navbera temenê 4-6 de 388 e. Bi giştî 822 zarok bi dayikên xwe re girtî ne.   10 mehan de 23 zarok hatin qetilkirin   Li gorî çeteleya tundiyê ya ajansa me di 2024’an de 43 zarok hatine qetilkirin, 31 zarok bi guman jiyana xwe ji dest dane. Di 2025’an de 23 zarok hatine qetilkirin, 24 zarokî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Di 10 rojên dawî de 6 zarokên dixebitîn jiyana xwe ji dest da.   Destdirêjî 20 hezar zarokî hat kirin   Li gorî daneyên Wezareta Dadê navbera 2023-2024’an de li 20 hezar zarokî destirêjî hatiye kirin, 7 hezar zarok neçarî welidînê hat kirin.    Li gorî îstatîstîkên TUÎK û Pergala Qeyda Nifûsê ya li gorî Navnîşanê ji sedî 25’ê nifûsa Tirkiyeyê zarok in.  Ev jî 21 mîlyon 817 hezar û 61 e.    Li gorî daneyên TUÎK’ê ji çar zarokan yek wek karker tên xebitandin. Bi giştî mîlyonek û 474 hezar zarok tên xebitandin.    Li gorî îstatîstîkên sedema mirinên zarokan birîndarî û jehrîbûne. Di 2023’an de ev hejmara zarokên navbeta temenê 15-17’an de jiyana xwe ji dest dane 13 hezar û 43 bû.   Di perwerdehiyê de jî li seransrê Tirkiyeyê rêjeya xwendinê ket. Hejmara xwendekarên li Tirkiyeyê perwerdê didomînin 180 mîlyon 710 hezar û 265 e.   Zarok baş xwedî nabin   Ji ber şert û mercên aboriyê zarok baş xwedî nabin, xwarinên ji bo pêşketina wan qelsin. Li gorî îstatîstîkên sedema mirinan, hejmara pitikên nû tên dinê dimirin jî ji hezarî derketiye 10’an. Dîsa li gorî îstatîstîkan 612 hezar û 651 zarokî ji ber sedemên cuda serî li qerekolan dane. Ji sedî 404 ji ber birîndarkirinan û yên din jî ji ber sûcên din întîkalê qerekolan kiriye. Her wiha li gorî îstatîstîkan ji sedî 10,8’ê zarokan mexdurên destirêjiya zayendî ne. Di şertên jiyanê yên îroyîn de zarok di bin tehdîdê de ne.