ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2025'AN 2025-11-19 09:00:00     * Hevseroka TUAY-DER a Wanê Rengîn Karaduman da zanîn ku binpêkirinên mafan didomin û wiha got: “Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan. Divê dawî li pêkanînên kêfî bînin û mafê hêviyê bê nasîn.” BI DÎMEN    * Dayika Aştiyê Rewşan Doner li dijî tundiya mêr-dewletê balkişand ser parastina cewherî û anî ziman ku jin bi têkoşîna yekbûyî dikarin pêşî li tundiyê bigirin û wiha got: “Em divê têkoşîna xwe ya li dijî tundiyê bi parastina cewherî bidin destpêkirin.” DÎMEN HEYE   * Şêniyên Îzmîrê derbarê geşedanên siyasî de diyar kirin ku biryara vekişînê di civakê de hêvî çêkiriye, lê ji ber polîtîkayên derengxistinê yên dewletê bi guman in û gotin: "Aştî tenê bi îradeya hevpar a gel mimkun e." BI DÎMEN    *Di 20’ê Mijdarê Roja Mafê Zarokan de ku divê zarok di qadên ewle debûna, di qadên bê ewle de jiyana xwe didomînin. Bi zarokên ku bi dayikên xwe re li girtîgehan dimînin re bi giştî 5 hezar û 383 zarok di girtîgehan de ne.        *Jinan bertek nîşanî serdegirtina pêşangeha TJA'yê ya wêneyan a "Jinên ku jiyanê li dîrokê zêde dikin" da û gotin: "Em ê li dijî êrişan bêtir xwedî li çalakî û bernameyên xwe derkevin û em ê her tim li vir bin." BI DÎMEN         *Peyama dawî ya Berîvan Kutlu ku heta bêhna xwe ya dawî ji bo gelê xwe xebitî û azadiya jinan xist navenda jiyana xwe, ev bû: “Divê tu heval karê xwe neqediyayî nehêle.” BI DÎMEN