Li 5 bajaran çalakiya Xizmên Windayan 2025-11-15 14:34:44   NAVENDA NÛÇEYAN - ÎHD û Xizmên Windayan li 5 bajaran li hev civiyan û li aqûbeta Nazim Gulmez, Hamza Tutan, AlÎ Tekdag, Hakki Kaya û Orhan Yakar ku di dîrokên cuda de di bin çavan de hatin windakirin pirsîn.    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Xizmên Windayan li gelek bajaran li hev civiyan. Di çalakiyê de li aqûbeta Nazim Gulmez, Hamza Tutan, AlÎ Tekdag, Hakki Kaya û Orhan Yakar ku di dîrokên cuda de di bin çavan de hatin windakirin pirsîn.    Amed   Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê di hefteya 875'an de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujerên wan bên darizandin” li pêşiya Bîrdariya Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya Amedê berdewam kirin. Nûnerên ÎHD'ê û Xizmên Windayan û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de beşdaran wêneyên windayan hildan û aqûbeta Hakki Kaya pirsîn. Hakki Kaya, di 1996'an de li gundê Saydamliyê, yê navçeya Licê ya Amedê polîsan ew binçav kirin û windakirin. Endamê Komîsyona Windayan a  ÎHD'ê Firat Akdenîz li çalakiyê de axivî û got: “Em bi salan e li van qadan bang dikin. Em dibêjin bila winda bêne dîtin. Dayîkên me gelek caran ev bang kirine û têkoşîna xwe meşandine. Êşa malbatên xizmên windayan gelek giran e. Em dixwazin hestiyên windayên xwe bîbinin. Heta windahiyên me bên dîtin em ê li vir bin”   Endamê ÎHD'ê Yahya Polat jî di çalakiyê de daxuyanî xwend û got: “Hakki Kaya di sala 1949'an de li gundê Saydamliyê yê navçeya Licê ya Amedê ji dayik bûye. Hakki li navenda bajarê Amedê bi malbata xwe re dijiya. Sê roj berî ku di wesayîteke Toros a spî de were binçavkirin, Hakki Kaya dema ku ji nimêja înê ya li nêzî Mizgefta Hz. Suleyman li navçeya Sûrê ya Amedê derdiket, sê polîsên bi cilên sivîl ew rawestandin û gotin, ‘Tu dê bi me re werî qereqola polîsan’. Hakki Kaya ev yek red kir û got, ‘Karên min hene. Em ê paşê werin qereqolê.” Sê roj piştî vê bûyerê, di 18ê Mijdara 1996'an de, Hakki Kaya bi Ahmet Yaşar û hevalekî wî yê bi navê Metîn, ku paşnavê wî nehatiye zanîn, hatin girtin”   Yahya Polat da zanîn ku dema ew ber bi Tek Kapiyê ve dimeşiya, nêzîkî Lîseya Ziya Gokalp, wesayîtek bi plakaya “06 EKN 22” a Torosê spî, li kêleka wan sekinî û got: “Sê zilamên çekdar, ku tê îdiakirin polîs bûne, ji wesayîtê daketin Hakkı Kaya û hevalên wî rawestandin û dest bi lêgerîna wan kirin. Piştre sê zilamên çekdar ji wan çend pirs pirsîn, dû re Kaya û hevalên wî bi zorê xistin nav zikê wesayîtê û bi reviyan. Dema ku ew ber bi Lîseya Pîşeyî ya Pîşesaziyê ve çûn, Ahmet Yaşar û Metîn, digel Hakki Kaya ji wesayîtê hatin derxistin. Ahmet Yaşar, ku her wiha daxwaza berdana hevalê xwe kir ji aliyê sê zilamên çekdar ve rastî heqaretên giran hat. Hakkı Kaya ku ji derdora Lîseya Ziya Gokalp a li Torosa spî hatibû birin, careke din tu kes agahî ji wî nebihîst.”       Êlih    Li Êlihê, çalakiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û malbatên windayan ku di hefteya xwe ya 711'an de ye, li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Kolana Gulistanê hat lidarxistin. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Orhan Yakar ku di Mijdara 1994'an de li Stenbolê winda bû û careke din agahî jê nehat girtin, hat pirsin.    Daxuyanî bi çalakiyên rûniştinê ya protestoyî bi dawî bûn.   Çalaki bi deqeyek rêzgirtinê bi dawî bû.   Colemêrg    Şaxa ÎHD a Colemêrgê û xizmên windayan ji bo hefteya 201'emîn a çalakiya xwe li Kolana Hunerê ya Geverê kom bûn. Pankarta "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" û wêneyên windayan hatin vekirin. Vê hefteyê, xizmên windayan ji bo Hamza Tutan ê 22 salî ku di 8'ê Mijdara 1985'an de di binçavan de hat kuştin kom bûn.    Stenbol    Xizmên windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ku ji bo 22'yemîn Kongreya Giştî ya Asayî ya ÎHD'ê hatin bajêr, li Dika Yilmaz Guney ku kongre lê tê lidarxistin, daxuyaniyek dan.   Di çalakiyê de li aqûbeta Nazim Gulmez ê ku di 14'ê Cotmeha 1994'an de li gundê Taşitliyê yê navçeya Xozat a Dêrsimê hat binçavkirin û careke din agahî jê nehat girtin, hat pirsîn.   Îzmîr    Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê çalakiya xwe ya du hefteyî ya bi navê "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" li ber Sumerbanka Kevn a li Konakê li dar xist. Di daxuyaniyê de pankartên bi nivîsên "Winda diyar in, kiryar li ku ne" û "Winda wijdan in, xwedî li wan derkevein" hatin hildan û li aqûbeta Alî Tekdag ê ku di sala 1993'yan de li Amed'ê hat revandin û careke din agahî jê nehat girtin hat pirsin.