ROJEVA 15'Ê MIJDARA 2025'AN 2025-11-15 09:00:00     * Hevseroka GABB’ê Neslîhan Şedal der barê bajarê jinan de axivî û da zanîn ku bajarê jinan gava radîkalbûna demokrasiyê ye û wiha got: “Bajarên azadixwaz a jinan, pêvajoyeke polîtÎk ya ku ji pirsgirêkan re çareseriyê dibîne ye û hîyerarşî tuneye, îdeolojiya zayendperestiyê û serdestiyê tuneye.” BI DÎMEN    *Endama Komeleya Dema Jinan Şukran Demîr, diyar kir ku tundiya mêr dewletê ya li hember jinan bûye pergaleke civakî û got: “Riya çarseriya tundiyê xurtbûna parastina cewherî û rêxistibûnê ye.” DÎMEN HEYE   *Şaredariya Hewagê lokanteya gel vekir û bi vê re ji jinan re qada îstîhdamê hat firandin û xebatkarên lokanteyê jinin. Fatma Çakmak ku xebatkara lokanteyê ye wiha got: “Em dixwazin zêdetir xebata jinan bibînin, dixwsazin jin li zêdetir qadan bên dîtin.” DÎMEN HEYE   *Li gorî rapora pêvek a ATK’ê ya têkildarî Rojîn Kabaîşê de teqez bû ku 2 DNA’yên li ser bedena Rojîn Kabaîşê hatine tespîtkirin ne vegirtine. Derbarê mijarê de parêzer Zeynep Demîr axivî û got: "Salek kişand ku tenê ji 134 kesan DNA hat berhevkirin. Ev yek di dozê de îhmalkariyeke cidî nîşan dide." BI DÎMEN