Şewata li Hênê bi bandora ba re mezin dibe 2025-11-14 18:59:26   AMED – Li navçeya Hênê li taxa Gurbulak di qada daristanê de şewat derket û bi ba re li qadek berfireh belav bû. Mudaxaleya ekîban didome.   Li navçeya Hênê ya Amedê li taxa Gurbulak di qada daristanê de  ji ber sedemek nayê zanîn şewat derket û bi ba re li qadek berfireh belav bû. Li ser îxbarê ekîbên îtfayê hatin cihê  bûyerê.   Mudaxaleya li agir didome û ji ber bandora ba  şewat berbi taxên Duru û Dergam belav bû.   Xebatên vemirinandina agir didome.