Li Efrînê malbatek bû hedefa êrîşên dewleta Tirk 2025-11-14 17:06:14     NAVENDA NÛÇEYAN -Li Efrîna dagirkirî kesek ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hate kuştin, jinek jî bi giranî birîndar bû.   Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye ragihand ku çeteyên dewleta Tirk kesê bi navê Îbrahîm Ehmed Yasîn  qetil kirin û hevjîna wî Menal Mehmûd jî bi giranî birîndar kirin.   Li gorî rêxistinê 3 çeteyên dewleta Tirk a derdora saet 03.00’an ê berbanga pêncşemê (13 Mijdar 2025) li gundê Meyremîn a bajarê şera yê Efrînê de bi ser mala wan de girt. Rêxistinê da zanîn ku çeteyan destpêkê gule li Menal Mehmûd, piştre hevjînê wê Îbrahîm Yasîn reşandin.  Kurê wan ê yekane jî girêdane. Rêxistinê da zanîn ku çeteyan piştî sûc kirin yekser reviyan.   Rêxistin da zanîn ku Îbrahîm di cih de jiyana xwe ji dest da û Menal a birîndar ji bo nexweşxaneya Ezazê hat veguhestin. Tê gotin ku birîna wê giran e û hîna di bin çavdêriyê de ye.