Ayşegul Dogan: Divê komîsyon bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike 2025-11-13 13:33:04       ENQERE - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan tekildarî xebatên komîsyonê  destnîşan kir ku heta bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêkneyê xebatên komîsyonê pêşve naçin.   Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan tekildarî geşedanên di rojevê de li navenda giştî ya partiya xwe daxuyanî da.   Ayşegul Dogan di serî de balkişand ser balafira lêşkerî ya kargoyê ku li Gurcîstanê ket û ji malbatan re sersaxî xwest û xwest sedemên buyerê bên lêkolînkirin û tespîtkirin. Aysegul Dogan destnîşan kir ku ew bi rojan e li benda berdana girtiyên doza kompasê ya Kobanê ne û ev tişt gotin: “Hemû kes meraq dike ku birêz Selahattîn Demîrtaş dê kengî bê berdan. Desthilat hê jî bêhiquqiya 9 salên dawî didomîne. Ew doz dozeke siyasî û tolhildanê ye. Divê desthilat êdî dev ji vê berde. Pevajoya aştiyê bi hestên tolhildanê nabe. Divê demildest biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê pêkbînin. Ew biryar di serî de Selahattîn Demirtaş û hemû girtiyên doza Kobanê û siyasî alaqadar dike. Desthilat bi israr biryarê pêknayne. Divê demildest biryara berdana Selahattîn Demirtaş pêk were û doza kompasê ya Kobanê bi dawî bibe. Pêkneanîna biryara Dadgeha Mafê Mirovan tê wateya ku ew vê biryarê nasnakin û di bêhiquqiyê de israr dikin. Em careke din bang li desthilatê dikin ku biryarê pêkbînin û hemû girtiyên siyasî berdin.”   Di berdewama axaftina xwe de Ayşegul Dogan balkişand ser biryarên Lîjneya Çavdêriyê ya Rêveberiya Girtîgehan û wiha axivî: “Bêhiqûqî ji aliyê din ve jî bi vê lîjneyê berdewam dike. Berdana girtiyên ku cezayê wan qedya ne taloq dike. Herî dawî ji bo Selçuk Mizrakli got ‘têkiliya wî ya rêxistinê berdewam dike’ û berdana wî taloq kir. Selçuk Mizrakli hevşeredarê berê yê Amedê bû. Ji bo mafê mirovan û aştiyê têdikoşiya. Girtina wî jî bêhiqûqî bû. Em di serdemeke ku divê bêhiqûqî bidawî bibin de ne. Berdana girtiyên siyasî wê baweriya ji pêvajoyê jî xurt bike. Her wiha doznameya ji bo şeredariya Stenbolê. Dîsa bi sed salan cezayê girtîgehê dixwazin ji bo Ekrem Îmamoglu. Rayagiştî ya navneteweyî jî vê doznameya Stenbolê dişopîne. Çapemeniya cihanê vê yekê weke zexteke desthilatê li ser muxalefetê şîrovê dike û bi awayekî hiqûqî pênase nake. Her wiha 16 baroyan jî daxuyanî da û ew îdîaname weke li dij hiqûqî pênase kirin. Ew îro ji bo CHPê dikin sibê dibe ku ji bo partiyên din jî bikin. Weke DEM Partî em demokrasî û hiqûqê diparêzin û li dijî kê bêhiqûqî pêk were em ê têkoşîna xwe bidomînin.”   Ayşegul Dogan balkişand ser xebatên komisyona meclisê ku ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li meclisê avabûye û wiha pê dê çû: “Komîsyon çend hefte ne bi hincetên cuda cuda civîna xwe pêknayne. Komîsyon hefteya pêşiya me wê civîna xwe pêkbîne. Hêvî û bendewariya me ew e ku di vê civînê de komîsyon ji bo çûyina Girava Îmraliyê û hevdîtina bi Birêz Abdullah Ocalan re biryar bide ku pêvajo pêşve biçe. Divê bingeha hiqûq û demokrasiyê pêk were.  Ji bo wê jî di serî de divê qanûnên ku pêwistî bi sererastkirinê nakin werin pêkanîn, qanûn ku pêwîstin werin sererastkirin jî bên sererastkirin. Lê heta komîsyon bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê neke nikare pêşve biçe. Muxatabê sereke Birêz Abdullah Ocalan e. Em hêvî dikin hemû partiyên siyasî ji bo çareserî, jiyaneke wekhev û demokratik yek helwest nişan bidin. Bendewarî ew e ku komîsyon şandeyekê avabike û ew şande biçe Girava Îmraliyê.”   Di berdewama axaftina xwe de Ayşegul Dogan têkildarî budçeya sala nû jî ev tişt anîn ziman: “Em ji budçeya şer re dibêjin na. Di meha mijdarê de jî ji bo budçeya aştî di çeroveya kampanyaya ‘Nan û Aştiyê’ de em ê li çend bajaran ber bi Enqereyê bi rê bikevin û ji bo budçeya aştiyê dengê xwe bilind bikin.”   Ayşegul Dogan li ser pirsa hilbijartinên Iraqê û nîqaşên Kerkûkê jî ev tişt gotin: “Em jî ji nêz ve dişopînin. Hêviya me ew e ku ew hilbijartin ji bo hemû gelên Iraqê demokrasî û aramiyê bi xwe re bîne.”