Hatîce Oncu: Divê pêvajo yekalî nemeşe 2025-11-13 09:04:38   Pelşîn Çetînkaya   AMED - Aktîvîsta TJA’yê Hatîce Oncu diyar kir ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re di pêvajoya nû de tevgera Azadiya kurd gavên yekalî avêtiye û dewlet li dijî van gavan bêdengiya xwe diparêze. Hatîce Oncu da zanîn ku ji bo mayîndebûna pêvajoyê divê sererastkirinên hiqûqî bikevin jiyanê.   Bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê kir re pêvajoyek nû dest pê kir. Piştî bangê Tevgera Azadiya Kurd gavên şênber avêt û niha çav li gavên ku dewlet bavêje û qanûnên entegrasyonê yên bike jiyanê ye.   Tevgera Azadiya Kurd di 26’ê Cotmehê de li Qendîlê daxuyaniyek da û daxuyand ku gerîlayên HPG û YJA Starê yên li Tirkiyeyê vedikşînin Qadên Parastina Medyayê. Aktîvîsta TJA’yê Hatîce Oncu der barê mijarê de nirxandin kir.   Hatîce Oncu bi lêv kir biryar Tevgera Azadiya Kurd gelek girîng e û wiha domand: “Tevgerê got hemû hêzê xwe ji Tirkiyeyê vedikşîne. Vê gavê bandorek mezin kir. Di heman bangê de hat diyarkirin ku pêvajo ketiye astek duyemîn û banga têkoşînê li gel hat kirin. Ev gelek girîng e. Birêz Abdullah Ocalan û gelê Kurd gavên girîng avêtin. Bi banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ re pêvajoyê nasnameyek qezenc kir.     ‘Gavên hatine avêtin nîşaneya zelalbûnê ye’   Hatîce Oncu daxuyakirin ku di pêvajoyê de gavên yekalî hatine avêtin û berpirsyarî tenê aliyekî daye ser xwe. Hatîce Oncu wiha dirêjî dayê: “Piştî banga 27’ê Sibatê di 1’ê Adarê de PKK’ê agirbest îlan kir û piştî kongreyê biryara feshkirinê da. Birêz Abdullah Ocalan pêvajoyê dimeşîne. Lê li aliyê din jî gavên PKK û Gelê Kurd gelek girîng in. Gavên hatin avêtin biryar û zelalbûna li hember pêvajoyê ye.”   ‘Divê dewlet jî gavê bavêje’   Hatîce Oncu da zanîn ji bo pêvajo baş bimeşe divê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin û got: “Pirsa ‘wê pêvajo yekalî bimeşe’ di serê me de ye. Bêguman divê dewlet gavê bavêje. Ev 8 meh in yekalî gav tên avêtin. Belê komîsyonek hat avakirin. Ev girîng e. Lê ya girîng ev e ku komisyonê hîna bi Birêz Ocalan re hevdîtinek nekiriye. Berpirsyarî dikevin ser milê her kesî. Divê her kes bi rihê seferberiyê têbikoşin.”