Peyama meşa Kolnê zelal e 2025-11-13 09:03:35   Melek Avci   ENQERE - Berdevka TJE-K Ayten Kaplan da zanîn ku meşa Kolnê ya bi hezaran kes tevli bûye, îfadeya îradeya pêvajoya civaka demokratîke û got: “Bêdengî didome. Divê ev bê şikandin. Armanca meşa wekhevî û hevdîtina bi serokatiyê re ye.”   Di 8’ê Mijdarê de li Kolnê bi tevlibûneke mezin meş pêk hat û piştgiriya ji bo pêvajoyê û bangên ji bo Tirkiyeyê carek din hat dub arekirin. Meş bi daxwaza "Xwedîderketina pêvajoyê û avakirina şertên wekhev" pêk hat.   Hevberdevka Tevgera Jinên Kurdistan-Ewrupa (TJE-K) Ayten Kaplan, der barê meşê de axivî.   ‘Gavên dîrokî hatin avêtin’   Ayten Kaplan balkişand ser meşa li Kolnê pêk hatiye û wiha vegot: “Bi banga serokatiyê ya 17’ê Sibatê re pêvajoyek nû dest pê kir. Me hewcedarî bi vê meşê dît. Tevgera Azadiya Kurd gelek gav avêtin. Ji bo aştiyê gavên girîng hatin avêtin. PKK’ê çek şewitand, xwe fesh kir. Ev gavên mezin bûn. Konseya Ewropayê salek din da Tirkiyeyê. Me vê pêvajoyê de li ber Konseya Ewropayê çalakî kir. Me got divê mafê hêviyê pêk bê.”   Ayten Kaplan wiha got: “Me got em li pişt pêvajoya ku serokatiyê daye destpêkirinê ne. Me şertên wekhev ji bo serokatiyê xwest ku pêvajoyê bimeşîne. Nêrîneke wekê hevdîtin li Îmraliyê tên kirin hene. Lê divê aliyê cuda jî derfetê hevdîtinê bibînin. Meşa kolnê bi armanca ku şert û mercên wekhev bên afirandin pêk hat. Me daxwaza xwe di meşê de daxuyand.”   Ayten Kaplan balkişand ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ji meşê re şandiye û ev tişt anî ziman: “Hatina peyama serokatiyê girîng bû.  Di salên 90’î de jî peyam hebûn. Li dîasporayê gelek Kurd hene. Gelek kes hesreta welatê xwene. Ji ber şer ji neçarî hatine û dixwazin vegerin welatê xwe. Ev jî wek serokatiyê gotiye bi aştî û demokrasiyê pêkane. Ji gelê me re silav şand. Lê heman demê de mîsyona afirandina nasname û civaka Kurd ya veguheriye hêzeke nû daye.”   ‘Divê komîsyonên binî hebin’   Ayten Kaplan der barê mafê hêviyê de jî ev nirxandin kir: “Komîsyonek ava bû. Ev ji bo Tirkiyeyê girînge. Lê em dinêrin ev tenê bi guhdarkirinê derbas dibe. Ev jî wisa çareseriyê nayne. Divê komîsyonên binî hebin. Divê hîn berfireh bê dest girtin. Divê heman demê de rayeya vê komîsyuonê jî hebe. Yanî ji aliyê parlamentoyekê raye tê dayîn. Belê di parlamentoyê de komîsyon heye, lê vir de rayeya parlamentoyê heye an na ne diyare. Ev nayê dîtin. Em di pêvajoyek nîqaşê de ne. Ji bo em xwe bigihînin her kesî em xebatan dimeşînin. Em bi jinan re tên gel hev û nîqaş dikin. Semîner û perwerdehiyên me hene. Bi taybet em nêrînên jinan digirin. Em dixwazin qadên qad ava bikin û vê jî bi hişmendiya jinan bikin.”   Ayten Kaplan der barê provakasyonên tên jiyîn de jî axivî û got. “Nêzî salekê ye ev pêvajo dimeşe. Lê ne di ziman ne di uslub, ne di nêzîkatî û propagandayê de tiştek neguheriye. Divê dewlet êdî hinek tiştan bibîne û li gorî vê gavan bavêje. Di siyasetê de divê mirov samîmî bin. Em di vî alî de bi israrin.”   Ayten Kaplan wiha dawî li axaftina xwe anî: “Heta niha ji bo evqas kampanya û xebatan tu bersiv nehatiye dayîn. Lê me got em bi dixwazin bi serokatiya xwe re hevdîtinê bikin û me name nivîsîn û serlêdan kirin. Lê bersivek nehat. Em niha ji bo 25’ê Mijarê xwe amade dikin. Em di pêvajoyek pir girîng de ne. Di serî de jin berpirsryariyek mezin dikeve ser milê gelê me.”