Di fabrîqeya tekstîlê ya Dîgel de her cureyê tundiyê 2025-11-13 09:02:47   Melîke Aydin   ÎZMÎR - Karkerên Tekstîla Dîgel ku tundiya li hember jinê derxistin holê û li berxwe dan, li dijî zext, mobîng, destdirêjiya li hember jinan bang ji bo sendîkabûyînê û tevlibûna qadên 25’ê Mijdarê li jinan kir.   Berxwedana 15 karkerên Tektîla Dîgel ku ji ber bûne sendîkayî ji kar hatin derxistin ev saleke li navçeya Gazîemîr li ber Herêma Serbest Ege didome. Li fabrîkaya ku ji sedî 80’ê ji jinan pêk tê û tundî û îstîsmara li hember jinan derxistin holê, li ser girîngiya rêxistibûna jinan tê sekinandin û bang li jinan tê kirin ku 25’ê Mijarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî dakevin qadan.   Di Tekstîla Dîgel de, di 17’ê Çileyê de karkeran li dijî şertên li dij mirovahiyê prosteto kirin û piştre di Sendîkaya Teskîf de xwe rêxistin kirin û raye bi destxistin. Lê fabrîqeyê ji ber bi rêveberiya sendîkayê re peymana kar a komî îmze nekir sendîka nayê naskirin û doza belgeya rayeyê didome. Jinan ji bo rûniştina din a 28’ê Mijdarê ya li Duyemîn Dadgeha Kar a Îzmîrê pêk tê bang kir.   Mîne Işik got piştî bûne endamê sendîkayê mafê gotinê bidest xistine û got: “Hewcedariyên sereke nedihatin cih. Der barê av, tuwalet, xwarin, ewlehiya kar, bîhndanê de pirsgirêkên mezin dihatin jiyîn. Me dengê xwe derxistiba jî guh nedidanê. Me got em bibin sendîkayî em ê dengê xwe bidin bihîstin."   ‘Jin tên binpêkirin’   Mîne Işik got fabrîqeyên tekstîlê piranî jinan tercîh dikin û got: “Tercîhkirina jinan ji ber jin ji mobîng û zextê re vekirî tên dîtinê ye. Ev nêzîkatî ji malbat û civakê dest pê dike. Ji jinan re dibêjin ‘bêdeng be, qebûl bike.’Jin di şertên zor û zehmet de bi heqdestê kêm dixebitin."   ‘Jin di rêveberiyê de tune ne’   Mîne Işik daxuyakirin ku di hemû biryaran de, di rêveberiyan de mêr hene û pirsgirêkên jinan jî ji ber vê nayên çareserkirin. Mîne Işik wiha bi lêv kir: “Ji bo pirsgirêkan me nikaribû xwe bigihînanda rêveberên jor. Me tenê dikaribû xwe bigihanda çavkaniya mirov û ew jî pir caran bi hinceta ewlehiyê pêk nedihat. Der barê ewlehiya kar de pirsgirêk hene. Pirsgirêk nayên çareserkirin. Dibêjin em çareser dikin lê çend roj şûnde dibêjin maliyet û ji aliyê çavkaniya mirovan ve serê wê tê girtin. Em bibin sendîkayî em ê li cihên kar komîteyên jinan, der barê şert û mercên xebat û ewlehiya kar de lijneyan ava  bikin û wê ev ji aliyê karkerên jin ve bên kontrolkirin. Sendîkabûyîn jinan diparêze. Em bang li hemû jinan dikin ku 25’ê Mijdarê de li her qadê bên gel hev.”   ‘Tacîz, mobîng, tundî’   Yek ji berxwedêran Şengul Ozturk jî axivî û diyar kir ku karkerên jin li ser daneya dosyayek der  barê zext û mobîngê de amade kirine û wiha bi lêv kir: “Dema rêveberek dest bide ser milê min û ez vê qebûl nekim li ser min barê kar giran dike û ev jî tundiyek e. Di encama vê de performans dikeve û mirov neçarî ji kar derketinê dibin. Dibêjin divê performans nekeve bin ji sedî 90’î. Performansa ku demek kurt didome dibe sedema ji kar derxistinê. Ji ber tehdîda performansê gelek jin li dijî destdirêjiya rêveberan deng dernaxin. Bi piştevaniya jinên sendîkayî jina ku rastî îstîsmara zayendî bibû derxistin holê. Em bûn yek û me ji hev hêz girt.  Dixwazin welidîna me bikin bin kontrolê. Em ê heta dawî mafên xwe biparêzin.”   Yek ji  berxwedêra din Bahar Tuncer balkişand ser girîngiya rêxistibûna jinan û diyar kir ku sendîka maf bidest bixin wê li fabrîqeyan lijneyên jinan ava bikin û wiha domand: “Rêxistibûna jinan gelek girîng e. Li fabrîqeyan nûnerên jinan û saziyên jinan hebûna wê tundî jî tunebûna.  Ji yekitiyê hêz dertê holê. Em ê bi yekitiyê biserkevin.”