Ji Enqereyê banga ji bo 25’ê Mijdarê: Em ji bo mafên xwe li qadane 2025-11-12 21:37:54   ENQERE- Platforma Jinan a Enqereyê bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî wê 25’ê Mijdarê de li qadan bin.  Platrormê da zanîn ku ne sala malbatê, sala berxwedanê û gotin ew butçeyeke wekhev û jiyaneke azad dixwazin.    Platforma Jinan a Enqereyê bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî bernameya 25’ê Mijdarê aşkera kir. Di dxuyaniya li Kolana Konur a Kizilayê hat dayîn de pankarta ‘ji bo jiyanek wekhev û azad em 25’ê Mijdarê de li kolanane’ hat vekirin û dirûşme hatin berzkirin.   Li ser navê Platformê Eylul Soyluoglu bertek nîşanê 11’emîn pakêta darazê da û got: “Dsethilatdariyê  sala malbatê îlan kir û di bi navê vê de jinan hepsê malê dike. Divê em jin dengê xwe bilind bikin. Em ê salê bikin sala berxwedanê.Em ne şer jiyanek wekhev û azad, butçeyek wekhev û azad dixwazin. Têkoşîna jinan her diçe mezin dibe.  Em ji bo hesabê jinên hatine qetilkirin bipirsin 25’ê mijdarê de li qadane.”   Di dawiya daxuyaniyê de ji bo meşa wê 25’ê Mijdarê de li Kolana Yuksel destpê bike  bang hat kirin.