Zeynep Oduncu Kutevî bang kir: Bikevin tevgerê 2025-11-12 09:04:15   Pelşîn Çetînkaya   AMED - Gava ku Tevgera Azadiya Kurd di 26’ê cotmehê de avêtiye li her qadê deng dide. Parlamentera DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Oduncu Kutevî diyar kir ku gava hatiye avêtin gelek girîng e û biryarên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo avakirina jiyaneke nû derfet afirandine.   Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de banga ‘aştî û civaka demokratîk’ kir û piştî vê geşdanên dîrokî li pey hev hatin. Tevgera Azadiya Kurd di 26’ê cotmehê de daxuyanî da û got di esasa erêkirina Abdullah Ocalan û biryên kongreya PKK’ê de gerîla ji Tirkiyeyê  vedikişin.   Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Zeynep Oduncu Kutevî der barê gava dîrokî ya Tevgera Azadiya Kurd avêtine de nirxandin kir.   Ji Abdullah Ocalan gavên krîtîk     Zeynep Oduncu Kutevî daxuyakirin ku di pêvajoya ku ji 1’ê cotmehê de dest p êkiriye  heta niha gavên krîtîk hatine avêtin û wiha anî ziman: “Pêvajo ji bo avakirina zemîna demokratîkbûna Tirkiyeyê gavek krîtîk bû. Pêvajo di 1’ê cotmehê de bi silavdayîna Devlet Bahçelî ya DEM Partiyê destpê kir. Piştî vê Birêz Abdullah Ocalan di 27’ê sibatê de bang kir. Di bangê de hat xwestin ku PKK çekan deyne û ji bo zemîna civaka demokratîk erk ji PKK’ê hat xwestin.”   ‘Banga 27’ê Sibatê derfeta jiyana nû dide’   Zeynep Oduncu Kutevî bi lêv kir ku Rêberê Gelê Kurd bi banga xwe jiyaneka aram û demokratîk pêşkêşî gelan kiriye û wiha anî ziman: “Birêz Abdullah Ocalan peyameke dîrokî û watedar da. Peyama bi çekan mirov nagihêjin cihekî da. Vê di rayagiştî de deng da. Vê çarçoveyê tenê gelê Kurd eleqeder nedikir. Hemû gelên Kurdistan, Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê eleqeder dike.”   Banga ‘bikevin tevgerê’ li dewletê hat kirin   Zeynep Oduncu Kutevî wiha domand: “Divê dewlet rola xwe bilîze. Di 26’ê cotmehê de gava mezin a duyemîn hat avêtin. PKK’ê got wê ji Tirkiyeyê vekişin û biçin qadên parastina medyayê. Niha dora dewletê ye. Divê êdî li Tirkiyeyê aştiyeke pêk bê, zemîna qanûnî bê avakirin û di çarçoveya qanûnî de hinek tişt bikevin bin ewlehiyê.Dema Tirkiyeyê ya ku winda bike tune ye.Divê ewlehiya qanûnî bê dayîn. Divê bilez gavên qanûnî bên avêtin.”