ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2025'AN 2025-11-11 09:00:00     * Parêzer Hatîce Îslamoglu ku şîdeta li dijî jinan wekî mijarek siyasî dibîne, got: "Bi guhertina civakî dê şîdet bi dawî bibe. Wek jin, em armanc dikin ku bi parastina hevgirtinê û piştgiriya hevdu pêşî li vê şîdetê bigirin û bi hev re jiyanek azad ava bikin." BI DÎMEN    *Parêzer Seher Dursun diyar kir ku berdana girtiya nexweş Elif Vural Yaş cara sêyemîn hatiye taloqkirin û anî ziman ku Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê jê  pirsiye ku çima wê ji bo sala akademîk a 2025-2026 serlêdan nekiriye. Seher Dursun tekez kir ku lijneyê berdana gelek girtiyan bi hincetên "pûç" taloq kirye. DÎMEN HEYE   *Jinên ku me pirsên "Hûn li ser şîdeta li dijî jinan çi difikirin?" û "Çareseriya ji bo şîdeta mêran divê çi be?" ji wan pirsîn, wiha bersiv dan: "Ger em rêxistin bibin, em ê bihêz bin û dema ku em bihêz bin, em ê ji pêla tirsnak a şîdeta li dijî jinan xilas bibin." BI DÎMEN