ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2025'AN 2025-11-10 09:00:00     *Parêzvana maf Fatîma Îran da zanîn ku tundiya li ser jinan ji ber serdestiya mêr pêk tê û got bi azadiya jinê wê tundî ji holê bê rakirin. 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Ser Jinan a  Navneteweyî nêz dibe û tbaloya tundiya li ser jinan û newekheviyê roj bi roj giran dibe. Daneyên saziyên civaka sivîl û îstatîstîkên saziyên dewletê, tabloya dertê holê nîşan dide. DÎMEN HEYE    *Jinan der barê daxwaza aştiyê de nirxandin kirin û got aştî di azadiya jinan de veşartiye û got di serî de Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî divê bên berdan û mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê bê dayîn. DÎMEN HEYE   *Hevseroka GABB’ê û hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê ku qeyûm tayînê şûna wê kirin Neslîhan Şedal banga xwedîderketinê li pêvajoya ‘Aştî û civaka demokratîk’ kir  û got: “Em vê civakê azad bikin. Em aştiyê li her qada civakê nexş bikin.” DÎMEN HEYE   *Muzzeyen Akinci der barê bajarê jinan ku divê çawa bê avakirin de axivî û got: “Her tişt hat cerebandin. Her tişt hat kirin lê berdewamiya wê gelek girîng e.” BI DÎMEN