Li Mîdyadê atolyeya 'Bîrdoziya rizgariya jinê' 2025-11-08 16:27:15   MÊRDÎN - Meclîsa Jinan a DBP'ê di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de li Mîdyada Mêrdînê atolyeya "Bîrdoziya rizgariya jinê" pêk anî û bal kişand ser pirsgirêkên jinan.    Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Hemberî Jinan de li 2 taxên navçeya Mîdyada Mêrdînê atolyeyên "Birdoziya rizgariya jinê" pêk anî.    Atolyeya ku di taxên cuda de pêk hatî de bi dehan jin tevlî bû. Jinan di atolyeyê de "Birdoziya rizgariya jinê" nîqaş kirin û bal kişandin ser çareseriya pirsgirêkan.    Hevseroka DBP'ê ya Mêrdînê Nûhroj Turk, di atolyeyê de axivî û behsa girîngiya zanebûn û piştevaniyê kir.    Dû re endama Meclîsa Partiya DBP'ê Gulşen Demîr axivî û bal kişand ser helwesta Rêberê Gelê Kurd a ji bo jinan.    Atolye bi pirs û bersivan û dû re jî bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.