Polîsê ku qetlîam kir destûrê nadin ku bê lêpirsînkirin 2025-11-08 09:04:48   Şehrîban Aslan   AMED - Doza li dijî polîs Burhan Kolbaşi, ku bi wesayîta zirxî li Zilan Yamankılıç û du kesên din qelibî û di encamê de ew mirin, bi hinceta ku walîtî destûr nedaye lêpirsînê, du caran hate betalkirin.   Di encama polîtîkayên şer ên ku bi salan e li Kurdistanê tên meşandin de, bi sedan zarok hatin kuştin, lê tenê çareseriya ku dewletê pêşkêş kiriye, xelatkirina sûcdaran e bêyî ku wan ceza bike. Li bajarên Kurdistanê, zarok bi wesayîtên zirxî, bermahiyên şer, an jî hêzên ewlehiyê tên kuştin. Wêneya herî berbiçav a vê yekê di daneyên ku ji hêla Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ve hatine weşandin de tê dîtin. Li gorî daneyên ku ÎHD'ê di sala 2022'yan de eşkere kirine, di 15 salên dawî de di pevçûnên wesayîtên zirxî û wesayîtên ku ji hêla leşker û polîsan ve têne bikar anîn de 44 kes ku 21 ji wan zarok in, jiyana xwe ji dest dane. Her wiha 94 kesên din ku 23 ji wan zarok in, birîndar bûne. Li gorî daneyên Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TIHV) ên sala 2021'an, di 9 bûyerên cuda de ji ber qezayên wesayîtên hêzên ewlehiyê û saziyên giştî, herî kêm 6 kes ku 4 ji wan zarok in, mirine û 15 kes ku 6 ji wan zarok in, birîndar bûne.   Tevî rewşa balkêş jî, dadgerî berdewam dike ku sûcdaran biparêze û beraet bike. Di 19'ê Hezîrana 2017'an de, li navçeya Licê ya Amedê wesayîtek zirxî li mînîbusek ku ber bi Amed ve diçû xist. Di encamê de xwendekara dibistana seretayî ya pola çaran Zîlan Yamankiliç, ajokarê mînîbusê Remzî Menteşe û rêwiyê wî Îlhan Ayaş jiyana xwe ji dest dan.   Piştî bûyerê, di îdianameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hat amadekirin de, ji bo ajokarê wesayîta zirxî, polîs Burhan Kolbaşî, bi tohmeta "Bi îhmalkariyê bûye sedema mirina ji yekî zêdetir kesan" cezayê girtîgehê ji 2 heta 15 salan hat xwestin. Rûniştina dawî ya dozê di 15'ê Îlona 2020'an de li Dadgeha Cezayê Giran a 3'yemîn a Amedê hat lidarxistin.   Di rûniştina dawî ya dozê de, dadgehê bi tohmeta "Kuştina ji yekî zêdetir kesan bi îhmalkariyê" 4 sal û 2 meh cezayê girtîgehê li sûcdar birî û ev ceza veguherî cezayê pereyan ê 45.600 TL.   Dadgehê hinceta biryara xwe wiha wegot: "Bersûc ev kiryar dema ku li ser erkê xwe bû kiriye, bi gotineke din, ev sûcek e ku ji hêla karmendên giştî ve ji ber erkên wan ên li gorî Qanûna Hejmar 4483 hatiye kirin."   Parêzer û malbata Zîlan Yamankiliç li dijî biryarê serî li dadgeha îstînafê dan. Ji ber ku walîtî destûr neda ku derbarê polîs de lêkolîn bê kirin, Dadgeha Îstînafê darizandin rawestand. Piştî ku Walîtî destûr neda lêpirsîn bê vekirin dozgerê danişînê û parêzerên malbatê ji bo betalkirina biryara Walîtîya Amedê serî li Dadgeha Îdarî ya Herêma Dîlokê da. 6'emîn Daîreya Doza Îdarî ya Dadgeha Îdarî ya Herêma Dîlokê serlêdana dozger û malbatê red kir. Dû re doz şandin 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê. Dadgerî, derbarê destûrnedayîna lêpirsînê de carek din dosyeyek din vekir. Doz di 8'ê Cotmeha 2023'yan de li 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran  hat dîtin.   Dozgerî di mutalaya xwe de destnîşan kir ku ji ber biryara Dadgeha Îdarî ya Herêma Dîlokê ya ku destûra lêpirsînê nayê dayîn de daxwaza betalkirina dozê kir. Dadgehê jî biryar da ku doza li dijî sûcdar were betalkirin.   Ji ber îtîraza malbat û parêzer doz carek din li Dadgeha Herêmê hat dîtin. Danişîna ku di meha Cotmehê de hat dîtin de Dadgeha Îdarî ya Herêma Dîlokê beyî îtîrazê lêkolîn bike biryar da.    Mutalaya ku ji hêla meqamên îdiyayê dê hat dayîn de ne Remzî Menteş, faîl sucdar e, li gel ku walîtî destûr nade lêpirsîn bê kirin daxwaza betalkirina dozê kir.    Parêzerên malbata Zîlan Yamankiliç, ji bo darizandina kiryar û lepîrsînê dê serî li Walîtîya Amedê bidin.