Li Qamişloyê Roja Kobanê hat pîrozkirin 2025-11-01 13:22:07     NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya Roja Kobanê ya Cîhanê li Qamişlo çalakiyek hate lidarxistin, di çalakiyê de soza dewamkirina xeta pakrewanan hat dayîn.   Bi minasebeta 1`ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, Meclisa Gel a Bajarê Qamişlo li Stada Şehîdên 12'yê Adarê ya li bajêr çalakiyek li dar xist.   Bi dehan şêniyên Qamişloyê û koçberên Şehba û Efrînê tev li çalakiyê bûn.   Di çalakiyê de bi erebî û kurdî hevserokên Meclisa Gel a Bajarê Qamişlo Ezedîn Gedo û Hêvî Ehmed daxuyaniyek xwend.   Di daxuyaniyê de hate gotin ku berxwedana ku li Kobanê berxwedaneke dîrokî bû. Ew li hemberî çeteyên herî tundraw pêk hat, ew berxwedan bû kabûsek ji bo wan çeteyan. Her wiha hate destnîşankirin ku ew li hemberî şehîdên ku bûn navnîşana berxwedanê û qehremaniyê bêjna xwe ditewînin, soza şopandina rêya wan şehîdan didin.   Çalakî bi berzkirina sloganên "Bijî berxwedana Kobanê" û "Bijî Rêber Apo" bi dawî bû.