Jin bi hêrs in: Em ji bo Rojîn Kabaîş li vir in 2025-10-17 09:07:06   Evîn Çîftçî - Gulistan Gulmuş    RIHA - Piştî ku şopên DNA’yê li ser du beşên cuda yên li ser bedena Rojîn Kabaîş derketin çalakî û prosteyên destpêkirin didomin. Xwendekar û welatiyên tevli çalakiyên li Rihayê bûn wiha gotin: “Bila aşkera bikin ew DNA aydê kê ne. Bila her tişt bê tespîtkirin.”   Di ser mirina biguman a Rojîn Kabaîş de salek derbas bû. Di pêvajoya salekê de malbata Rojîn Kabaîş têkoşîna xwe bê navber didomand. Bi çalakî û bernameyan bêdengiya ATK’ê hat protesto kirin. Di meha tebaxê de şopa DNA’yê aydê du mêran li ser bedena Rojîn Kabaîş hat tespîtkirin. Lê nehat aşkerakirin ku li kîjan beşên beden hatine dîtin. Di meha Cotmehê de Baroyên Amed û Wanê daxuyaniyek hevpar dan. Li ser vê welatî daketin kolanan û bertek nîşan dan.   Xwendedekar û welatiyên li Rihayê bertek nîşanê rewşê dan û ji ajansa me re axivîn.   ‘Bila edalet pêk bê’   Nubahar Akbal diyar kir ku îro tiştên hatine serê Rojînê dibe sibê bê serê me jî. Nubahar Akbal wiha dirêjî dayê: “Divê têkoşîna ji bo Rojînê bidome. Xwezî wisa nebûna û em îro ji bo Rojînê li hev kom nebana. Xwezî Rojînê jî dîplomeya xwe ji destê bavê xwe bigirtiba. Bavê wê têkoşînek mezin da. Bila edalet pêk bê. Em îro wek xwendekarên zanîngehê ji bo piştgiriyê hatin gel hev.  Em bang dikin, îro dibe ku em di şûna Rojînê de bûna. Bila ev bêdengî bê şikandin. Têkoşîna bavê Rojînê têkoşîn anî vê astê. Em hemû bi hêvî dipên. Hêvîdarim bi erênî encam bibe.”   ‘Ji bo em dengê xwe bidin bihistin hatin gel hev’   Zehra Alanbay destnîşan kir ku ji bo ji bo edalet pêk bê dengê xwe bi cihanî didin bihistin û wiha domand: “Min tercîhê xwe ji bo Wanê kiribûn. Lê piştî bûyera Rojînê bavê min nexweş biçim Wanê. Ez jî îro ji bo Rojînê li virim. Saleke serê bûyerê hat girtin. Du DNA’yên mêran hatin tespîtkirin. Em hemû îro ji bo vê li virin.”   ‘Em li dijî bêdengiyê bi hêrs in’   Hevî Beşeren bi lêv kir ku gel li dijî bêdengiya mirina Rojîn Kabaîş bi hêrs e û wiha anî ziman: “DNA’yên du mêran hatin tespîtkirin. Di meha cotmehê de hat aşkerakirin ku li kîjan beşên beden hatine dîtin. Jiyana xwendekarna mijara gotinê ye. Em bi hêrsin. Sûcdar kî ye bila parve bikin. Bavê wê demek dirêje têdikoşe. Bila edalet pêk bê.”   ‘Li zanîngehan pirsgirêkên dişibin hev tên jiyîn’   Berçem Dogan jî ev tişt got: “Em dest ji edaletê bernadin. Li zanîngehan pirsgirêkên dişibin hev tên jiyîn. Her tim biyaniyan digirin hundir. Em bi rektoriyê re diaxivin lê tiştekî nakin. Ger tedbîr bihata giritn wê îro Rojîn hebûna. Em ê dest ji edaletê bernedin.”   ‘Mêr dikujin dewlet biparêze’   Emîne Yaşar daxuyakirin ku mêr dikujin dewlet diparêze û banga têkoşînê kir: “Bi jiyana keçikê lîstin. Ji bo wê kezeba me hemûyan şewitî. Divê îro hemû jinên Rihayê ji bo Rojînê li vir bûna. Ew keça hemû civakê ye. Bavê wê têkoşîna xwe meşand. Divê her kes ji bo Rojînê dengê xwe bilind bike.”   ‘Em ê têbikoşin’   Fîrdevs Acar jî  anî ziman ku tevî salek ser bûyerê re derbas bûye hîna gumanbar nehatine dîtin û got wê têkoşîna xwe li her derê bidomînin. Fîrdevs Acar diyar kir ku ji bo Rojînên din neyên jiyîn divê gumanbar bên cezakirin.   ‘Em bi hêrs in’   Emîne Çîftçî jî destnîşan kir ku ew li dijî pergala edaletê bi hêrsin û wiha bi lêv kir: “Ev salek e kujerên Rojînê nehatine dîtin. Êdî Rojîn û yên din şûnde nayên. Em edaletê dixwazin. Em encamekê dixwazin. Bila kujer tên dîtin, cezayên giran lê bên birîn. Em jin li dijî vê gelek bi hêrsin.”