Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî 2025-10-16 19:59:58   MÊRDÎN –Xwendekarên Zanîngeha Mêrdîn a Artukluyê der barê ronîkirina mirina biguman a Rojîn Kabaîş de meşek pêk anîn.   Xwendekarên Zanîngeha Mêrdîn a Artukluyê der barê ronîkirina mirina biguman a Xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê (YYU) Rojîn Kabaîş de meşek pêk anîn.Xwendekarên li kampusê hatin gel hev dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’, ‘Rojîn Kabaîş serhildana me ye’ berz kirin. Xwendekar li kampusê bi dirûşme û çepikan meşiyan û piştre daxuyanî dan.   Xwedekaran di daxuyaniyê de diyar kirin ku divê gumanbar bên dîtin, darizandin û diyar kirin ku ji bo hesabê Rojîn Kabîş bipirsin wê têkoşîna xwe bidomînin.