Rojnameger Rabîa Onver derbarê gefan de serî li ÎHD'ê da 2025-10-16 13:18:00       AMED- Rojnameger Rabia Onver piştî nûçeya xwe ya li ser DAIŞ û Hizbullahê gef lê hatin xwarin.   Ajansa me li gelek gundên navçeyên Gever  û Şemzînan ên Colemêrgê îdiayên cidî yên li ser DAIŞ û Hizbullahê raber kir. Nûçegihana me Rabia Onver ku nûçe çêkiribû, paşê ji aliyê gelek kesan ve li ser medyaya dîjîtal hedef hat girtin û heqareta zayendî lê hat kirin. Nûçegihana me derbarê gefên ku di van çend rojên dawî de lê haine xwarin de serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) da.   Rabia Onver dê piştre bi rêya parêzerê xwe derbarê heqaret û gefan de li dozgeriyê jî gilî bike.