Bernameya komxebata kurdî eşkere bû 2025-10-14 10:18:49   WAN - Di komxebata “Stratejî û Polîtîkayên Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî” de ku dê 2 rojan bidome, 8 mijar dê bên pêşkêşkirin û sazî û dezgehên tev li dibin dê stratejî û polîtîkayên xwe yên zimanê Kurdî eşkere bikin.   Saziyên Zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk, li Wanê di 15 û 16'ê mehê de bi navê “Stratejî û Polîtîkayên Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî” komxebatekê li dar dixin. Komxebata ku dê li Eywana Dawetê ya Çiraganê bê li dar xistin, dê 2 rojan bidome. Her roj dê 4 kom, mijarên xwe pêşkêşî beşdervanan bikin û polîtîka û stratejiyên xwe yên ji bo zimanê kurdî eşkere bikin. Ji bilî rewşenbîr, nivîskar û kesayetên bernas, gelek endamên saziyan û gel jî tev li komxebatê dibe.   Bernameya komxebatê bi vî rengî ye:   15'ê Cotmehê   * 10.00 – 10.15 Destpêkirina bernameyê * 10.15 – 11.45 Di Tevgera Azadiyê û Neteweya Demokratîk de Zimanê Kurdî û Stratejiya Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî * 12.00 – 13.30 Di Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî de Rista Siyaset û Rêveberiyên Xwecihkî * 15.00 – 16.30 Di Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî de Rista Jin, Zarok û Ciwan * 16.45 – 18.15 Di Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî de Rista Çand û Wêjeyê   16'ê Cotmehê   * 10.00 – 11.30 Di Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî de Rista Ekolojî, Perwerde û Qadên Din ên Kedê * 11.45 – 13.15 Di Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî de Rista Bîr û Baweriyê * 15.00 – 16.30 Di Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî de Rista Çapemenî û Weşangeriyê * 16.45 – 18.15 Di Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî de Rista Hiqûq û Dîplomasiyê