Nivîsgeha Jinan a MSD’ê panelek li dar xist 2025-09-22 14:35:13   NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîsgeha Jinan a MSD`ê li Kobanê panelek li dar xist. Di panelê de hate gotin divê rola jinan di destûra Sûriyeyê de wekî di Hevpeymana Civakî de li pêş be.   Nivîsgeha Jinan a MSD`ê panelek li ser pergala nenavendî û rola jinan di destûra Sûriyeyê de li dar xist.   Endama Nivîsgeha Jinan a MSD`ê Bêrîvan Hesen li ser geşedanên li Sûriyeyê axivî û diyar kir ku ew niha di pêvajoyekê re derbas dibin û wiha got: “Armanca me ew e ku em pêşeroja Sûriyeyê nîqaş bikin, armanca me nenavendbûna Sûriyeyê ye da ku her pêkhate bi hev re bijî. Niha destên ji derve ku dikevin Sûriyeyê, bi xwe re gelek xetereyan tînin, wekî Siwêda û li perava Sûriyeyê.”   Seroka Nivîsgeha Jinan a MSD`ê Cîhan Xidro jî got ew di demeke gelekî hesas re derbas dibin, ji lew rw divê hemû ferdên civakê êdî xwe bidin îfadekirin û got: “Em ê çawa di Sûriyeyê de jinan di nava civakê de bikin pêşeng, di avakirina Sûiryeya nû de, niha Hevpeymana Civakî heye ku her kes û her netewe tê de heye. Mafên jinan tê de li pêş in. Divê em bi hev re Sûriyeyeke pirreng û xweş avakirin.”   Her wiha gelek nîqaş li ser çêkirina destûra nû a Sûriyeyê û rola jinan a di nava civaka Sûriyeyê de ku niha hikumeta veguhêz wê napejirîne, hatin kirin.