Jinên Çiyayê Kizwanan ji Abdullah Ocalan re name nivîsandin 2025-09-21 13:16:08     NAVENDA NÛÇEYAN - Dayikên pakrewanên YPJ’ê û gerîlayên YJA Star’ê û jinên Ereb ên Çiyayê Kizwanan, bi nameyên xwe beşdarî kampanyaya “Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re li derveyê Îmraliyê hevdîtin bikim” bûn.   Li gor nûçeya NÛJINHA'yê Kongra Star li seranserê bajarên Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê, Erîşa, Şedadê, Hol û kampên koçberan ên Kantona Cizîrê, dest bi kampanyaya “Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re li derveyî Îmraliyê hevdîtinê bikim” kir. Kampanya ji nivîsandina nameyan pêk tê.   Jinên bi coş û kelecaneke mezin in, ji Çiyayê Kizwanan, ji endamên komînan, dayîkên aştiyê û koçberan berê xwe dan navenda Kongra Star a li Til Temirê. Jinan bi hezkirinek bêdawî û hêviya ku li ser rûyê wan xuya dibû, pênûsan girtin destê xwe û dest bi nivîsandina daxwaz, hest û xeyalên xwe yên ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.