Li dijî xutbeyê bertek: Di hedefê de dîsa jin hene 2025-09-20 09:03:36   Pelşîn Çetînkaya   EDENE - Di rojên borî de di xutbeya înê de têgehên ‘mafê mirov’, ‘parvekirina mîrateyê’ hatibû axafitin. Endama MYK'a Komeleya Piştevaniya Mor Zelîha Korkmaz der barê mijarê de axivî û da zanîn ku polîtîkayên desthilatdariya mêr bi kar tîne li hemû saziyan aktîf e û got îfadeyên di xutbeyê de êrîşeke jinan hedef digire ye.   Wezareta Karê Diyanetê di rojên borî de di xutbeya Înê de li ser ‘mafê mirov’, ‘parvekirina mîrateyê’ nirxandin kir û bi vê dîsa êrîşî maf û azadiya jinan kir.  Ji her alî li dijî vê bertek hat nîşandan û endama MYK'a Komeleya Piştevaniya Mor Zelîha Korkmaz der barê îfadeyên di xutbeyê de axivî.   ‘Mafê jinan bi polîtîkayan hedef tê girtin’   Zelîha Korkmaz da zanîn ku xutbeyên ji aliyê wezareta diyanetê ve tên dayîn ji pergala ku AKP ava dike cuda nîne û got: “AKP ji roja bûye desthilatdarî  ji bo destilatdariya xwe mayînde bike ketiye hewldana avakirina faşîzmê. Ji roja bûye desthilatdar em van hewldanan dibînin. Di 2025’an de ev hîn bêtir zêde kriiye. AKP ji bo desthilatdariya xw emayînde bike, hewce bi daxwaza civakê dibîne û cihê ku vê lê ava bike Diyanete. Mafê jinan bi polîtîkayan hedef tê girtin.”   ‘Desthilatdarî têkoşîna jinan wek barîkat dibîne’   Zelîha Korkmaz diyar kir ku AKP di vê mijarê de têkoşîna jinan wek barîkat dibîne û ji ber vê jî êrîşên li hember jinan roj bi roj zêdetir dike. Zelîha Korkmaz wiha got: “Di xutbeyan de ji cil û bergên jinan bigirin heta gelek tiştên din êrîş hene. Li dijî mafê mîrateya jinan êrîş hene. Ev ne tesadufe. AKP dixwaze bi poîtîkayên bêcezahiştinê tundiyê zêde bike û têkoşîna jinan biçewisîne. Mafên jinan yên hatine bidestxistin di bin êrîşan de ne.”   ‘Dixwazin êrîşên li hember jinan rewa bikin’   Zelîha Korkmaz  diyar kir ku di roja îro de jin hîna jî nikarin xwe bigihînin mafê mîrateyê, destberdan û yên din. Zelîha Korkmaz wiha dirêjî dayê: “Gelek jin nikarin xwe bigihînin mafê mîrateyê. Em vê ji jinên tên qetilkirin, jinên dibêjin ‘na’ û ji ber vê hatine qetilkirindibînin. Jinên xwedî li mafê mîrateyê derdikevin hedef tên girtin. Diyanet jî bi êrîşên xwe; vê mafê êrîşa li hember destkeftiyan ji xwe re wek erk dibîne.Li welat em çavê xwe vedikin nîvê şevê 8 jin hatine qetilkirin. Der barê vê de tu tiştek tuneye tu polîtîkayek nayê pêşxistin.  Sedema rizandina civakî desthilatdariye.  Diyanetê behsa mafê mirov dikir, behsa dijahlaqiyê dikir. Besa xerabiyê dikir. Lê em dibînin ku rojeva Tirkiyeyê bi rastiya dîplomeyên sexte re mijul dibe. Em  her roj bi pêkanînek dij demokratîk re tên rû hev. Di encama van polîtîkayan de em ê hîna bi van xutbeyan re bên rû hev.”   Banga têkoşîna hevpar   Zelîha Korkmaz di dawiya axaftin axwe de da zanîn ku divê li dijî vê xeta têkoşînê bê avakirin û got: “Hewcedarî bi xetereke têkoşînê ya hepvar a karker, xwendekar, jinan heye.Têkoşîna me esas e. Bi baweriya vê divê em têkoşîna xwe mezin bikin.”