Manşeta Kovara Jinê ya vê hefteyê civaka Roman e 2025-08-17 10:41:58   NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara nû ya Kovara Jinê bi manşeta "Roman: Nasname, Xizanî û Têkoşîna ji bo Hemwelatîbûna Wekhev" hate weşandin.   Kovara Jinê di hejmara xwe ya 129' an de cih da binpêkirinên mafan ên ku civakên Roma, Dom û Abdal pê re rû bi rû dimînin.   Hemû sernavên di hejmara nû de ev in:   Li taxên Roman dorpêça deqkirina di cih de / Fatoş Kaytan   Civakek Herêmî ya Bêmilk; civaka Dom / Zûhal Gezîcîer   Zaroktiya nayê dîtin: Dom, Abdal û Zarokên Roman / Sevinç Koçak   Civaka Rom / Yuksel Mutlu   Meşek bê bêhnvedan: Cîhanek Din Mumkun e! / Semîha Alankuş