'Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî re azadî’ 2025-08-16 19:45:42   MERSÎN – Dayika Aştiyê Hediye Erçîn balkişand ser binpêkirinên mafan yên li girtîgehan û diyarkir ku di serî de Abdullah Ocalan divê girtiyên siyasî azad bibin û ji bo aştiyê divê zindan bên valakirin.   Komeleya Alîkariya Malbatên Girtiyan ya Çukuroavayê(Çukurovay TUAY-DER), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyêya Gelan (DEM Partî) li Mersînê der barê binpêkirina mafan ya li girtîgehan de li ber avahiya DEM Partî ya Akdenîzê daxuyanî dan.   Hevseroka Çukurova TUAY-DER Adalet Kuran daxuyanî xwend û da zanîn ku li girtîgehan binpêkirinên mafan sîstematîk bûne û girtiyên nexweş nayên dermankirin û tahliye bi kêfî tên astengkirin.   Adalet Kuran daxuyakirin ku pêkanînên ferzkirina ‘poşmaniyê’ dij mirovahiye û got divê Lijneyên Şopandin û Îdarî bên girtin. Adalet Kurdan balkişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd    Abdullah Ocalan û got divê di serîd e Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî bên berdan.   Dayika Aştiyê Hediye Erçîn jî destnîşan kir ku divê Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî azad bibin û ji bo aştiyê zindan bên valakirin.   Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.