Tedbîrên tasarufê xebatên jinan asteng dikin 2025-07-31 09:05:45   MÛŞ - Hevşaredara DEM Partî ya Kopê Aryan Dogan da zanîn ku dema qeyûman de hemû malê aydê şaredariyê hatine firotin û projeyên tedbîrên tasarufê pêşî li projeyên wan digirin û got: “Tevî vê em ê demek nêz de Navenda Jiyana Jinê bikin jiyanê.”   Şaredariya Kop a Mûşê di hilbijartinên 31’ê Adarê de bi rêjeya 54.26 dengî derbasî rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bû. Şaredariya ku bi salan di bin rêveberiya qeyûm de bû ji bo jin û zarokan tu xebat nemeşand. Piştî ku şaredariya DEM Partiyê hat gavên girîng hatin avêtin. Hevşaredara Kopê Aryan Dogan der barê projeyên xwe de axivî û got hemû malên aydê şaredariyê dema qeyûm de hatine firotin û wiha got: “Ji ber vê jî astengiyek mezin li pêş projeyên me ne. Tevî hemû astengiyan em bi biryar in ku navenda jiyanê ya jinan bikin jiyanê. Em divê jin û zarokan li her qada jiyanê derxin pêş. Em ê di esasa daxwaza jinan de projeyên xwe pêk bînin."   ‘Jinan daxwaza qadên xweser kir’   Aryan Dogan destnîşan kir ku piştî hatine ser peywirê ji bo keda jinan bê dîtin xebat meşandine û wiha vegot: “Dema qeyûman de xebatên ji bo jinan tunebûn. Em çawa hatin me ev xist rojeva xwe. Me hemû xebat di esasa nêrînên jinan de di civînên kirin de xist jiyanê. Jinan qadên xweser daxwaz kirin. Me hevdîtinên jinan kirin û pêşniyarên wan nêrînên wan girtin.”   Tedbîrên tasarufê dibin asteng   Aryan Dogan bi lêv kir ku di bin banê şaredariyê de Midûriyeta Yekitiya Jinan ava kirine û koordînasyona xebatan ji aliyê jinekê ve û bi hevkariya jinan tê meşandin. Aryan Dogan wiha dawî lê anî: “Xebatên me didomin. Hemû erd, mal, gayrîmenkul yên aydê şaredariyê  hatine firotin. Demên dawî de ji ber tedbîrên tasarufê ya ji cemawerî derketiye xebatên me asteng dibin.”