Xwebûn bi manşeta ‘Bingeha hiqûqî nebe nabe’ derket 2025-07-21 11:39:42     NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya Xwebûnê di hejmara xwe ya 292'yemîn de bi manşeta ‘Bingeha hiqûqî nebe nabe’ li ber destê xwînerên xwe ye.   Rojnameya Xwebûnê ku li ser dijîtal rojane û çapî jî heftane weşanê dike di hejmara xwe ya 292'yemîn de bi manşeta ‘Bingeha hiqûqî nebe nabe’  dertê. Rojname, hatina  Koma Aştî û Civaka Demokratîk û merasîma çek şewitandina gerîlayan a li ser banga bi dîmen a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derxistiye manşetê.  Rojnameyê di vê hejmara xwe de hevpeyvîna Rohat Bulut a ku bi yek ji endama Koma Aştiyê ya 1999'an Yuksel Genç re çê kiriye derxistiye manşeta xwe. Yuksel Genç diyar kir ku helwest û nehatina koma 3'yemîn di bingeha xwe de ders derxistina ji piratîk û serpêhatiyên komên beriya xwe ne û got: “Divê Tirkiye jî ji vê dersekê derbixe.  Ji bo ku gerîla were siyasetê bike, bikaribe çareseriyeke siyasî pêş bixe divê Tirkiye jî bingeheke hiqûqî ava bike, di xwe de guherînê pêk bîne...”    Rojname nirxindinên Berdevka Komîteya Têkilî û Tifaqên Siyaseta Demokratîk a Kongreya Star Emîne Osê yên têkildarî êrîşên artêşa Sûriyeyê ya li dijî Durzan jî derdixe surmanşeta xwe. Rojname di vê hejmara xwe de bi taybetî cih dide Şoreşa 19'ê Tîrmehê ya Rojava. Dîsa rojname ji mijarên jinê, siyaset, polîtîka, çand, wêja, ziman, tenduristî û civakî bigire bi gelek mijarên balkêş derdikevin pêşberî xwînerên xwe.    Herwiha di hejmara vê hefteyê de nivîskar Lîlav Elî, Nalîn Aslan, Mehmet Alî Ertaş, Gabrîel Başo, Veysel Avci, Rohat Bulut, Hogir Berbir, Seyîtxan Anter, Arslan Ozdemîr, Hisên Çatikkaş, Felemez Ulug, Serdar Altan, Cahît Kirkazak, Ramazan Olçen, Kurdistan Lezgiyeva, Sîesta Mîlano, Dr. Rodî Zinar, Mehmet Şahîn, Dildarê Amedê, Abdullah Ongulu, Roger Koyî û Beybûn Arîn, bi nivîs, nûçe û analîsên xwe di rojnameyê de cih girtin.