Meclîsa Jinan DEM Partiyê hevdîtinên xwe didomîne 2025-07-20 20:03:47   ENQERE - Meclîsa Jinan a DEM Partiyê çarçoveya xebatên Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bi Jinên Mala Gel re hatin gel hev.   Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) çarçoveya ‘Hevdîtinên Jinan a Avakirina Aştî û Civaka Demokratîk’ de bi jinên Mala Gel re hatin gel hev. Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu, endamên kordînasyonê Canan Çalagan û Fatma Koçyîgît navenda giştî ya Mala Gel ziyaret kir. Sekretere Mala Gel a Jinan Çîgdem Serîn, endama lijneya rêveber (MYK) Sevînç Hocaoglu  û endamên Lijneya Rêveberiya Giştî di serdanê de cih girtin.   Di hevdîtinê de der barê pêvajoyê de nirxandin hatin kirin û hat diyarkirin ku divê xebatên aştiyê yek alî nemeşe û têkoşîn pir aliye.