Banga dîrokî ya Abdullah Ocalan dê were weşandin 2025-07-09 08:14:28   NAVENDA NÛÇEYAN - ANF’ê ragihand ku dê banga dîrokî ya Abdullah Ocalan were weşandin.    Di çarçoveya “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûnê hatiye destpêkirin de geşedanên dîrokî diqewimin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bangekî din ê dîrokî kir.    ANF’ê ragihand ku dê banga dîrokî demekî kin de were weşandin. Nûçe, tevî wêneyên Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê hate weşandin.