ROJEVA 7’Ê HEZÎRANA 2025’AN 2025-06-07 09:00:00     *Niha di rojeva jinan de mijara Konfederalîzma Demokratîk a Jinan heye. Herî dawî di Kongreya NADA'yê de belgeya ‘Konfederalîzma Jinên Demokrat ên Cîhanê’ wek belgeyek referansê hat pejirandin. Hat diyar kirin ku Konfederalîzma Jinên Demokratîk a Cîhanê, wekî model û sîstemek ku ji ezmûnên me yên di warên îdeolojîk, rêxistinî û civakî de hatiye derxistin. DOSYA   * Endama Kordînasyona EFFP’ê Latîfe Akyuz da zanîn ku banga Abdullah Ocalan deriyekî ku aştî ji civaka Tirkiyeyê re bê vegotin vekiriye û wiha got: “Pakêta darazê ji bo vê derfete. Lê bihêlin bendewarî bên cih, pakêteke pir şûnde ye. Ji ber vê jî em nikarin bêjin ku dewletê gavên ku bawerî daye avêtiye.” DÎMEN HEYE   * Jin di projeya ‘Bîstanê Bajar a Şaredariya Rêya Armûşê’ de hatin gel hev, bi axê re mijûl dibin. Jinên bi keda kolektîf hewcedariya sebezeyên xwe peyda dikin, berhemên zêde jî digihînin jinên hewcedar. DÎMEN HEYE   * KASED bi zarokan re tê gel hev û çarçoveya Cejna Zimanê Kurdî de bernameyên xwe didomîne. Mamosteya Dimilkî Nîhal Orhan da zanîn ku ew çanda xwe ya ku hatiye asîmîlekirin didin jiyîn. DÎMEN HEYE