ROJEVA 26'Ê GULANA 2025'AN 2025-05-26 09:00:00     *Jinên di bernameya ‘Keda jinê û hevdîtina çandê’ ya şaredariya bajarê mezin a Amedê de berhemên xwe dan ber firotinê diyar kirin ku  ev bername ji bo piştgiriya debarê tê kirin û gotin divê bernameyên wisa bidomin. DÎMEN HEYE    *Jinan der barê polîtîkayên şerê taybet û pêşîgirtina qetilkirinên jinan de axivî û gotin: “Çareserî bi rêxistibûnê pêkan e. Çareserî ne sala malbatê, sala berxwedanê ye.” DÎMEN HEYE   *Jinên li Helebê li dijî qetilkirina jinan bang li saziyên mirovî kir ku bi erka xwe rabin û gotin:"Banga me ji bo tevahî sazî û rêxistinên mirovî heye ku li hember van kiryaran bi erka xwe rabin û dawî li van komkujiyan bînin. Ji ber ev yek pêşî li Sûriyeke demokratîk û ne navendî digre."  DÎMEN HEYE   *Endama Wan EKO-DER’ê Ayşe Ergun der barê talana ekolojîk de axivî û got: “Bi texrîbatên ekolojîk dixwazin her derê bê mirov bihêlin û bajarvanî û beton şerê taybet e.” DÎMEN HEYE   *Ji Însiyatîfa Jinan a Hewcedariya min bi Aştiyê heye’ Berfîn Atli der barê pêvajoya nû de axivî û got: “PKK’ê her tişt kir dor a dewletê ye, divê em bi hişmendiya xwedî bepirsyarî tevbigerin.” DÎMEN HEYE   *Parlamentera Partiya EMEP’ê Sevda Karaca der barê pêvajoyê de axivî û da zanîn têkoşîna hevpar ferz e û got: “Rojên pêş de em ê civîn, konferans û komxebatên ‘Karker aştiyê diaxivin’ pêk bînin. Em dixwazin bi daxwazên karkeran û daxwazên gelê Kurd re zemînek hevpar ava bikin û biaxivin. Em dixwazin derxin holê ku alîgirbûna çîna karkeran çima girîng e.” DÎMEN HEYE