Li Wanê gel kolanan terk nake 2025-02-16 21:03:25   WAN- Welatiyên li Wanê  li dijî qeyûmê ku tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat kirin kolanan terk nakin û qeyûm şermezar dikin.   Nerazîbûnên ji bo tayînkirina qeyûm a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê di saetên êvarê de dewam kirin. Li gelek taxên bajêr desteserkirina îradeyê hate protestokirin, welatî li taxên dijîn dirûşmên "Bijî Berxwedana Wanê" berz kirin.    Dema polîsan bi ava şid, gaza îsotê û guleyên plastîk mudaxeleyî çalakiya li taxan kirin, welatiyan dest bi berxwedanê kirin.