Ji Komeleya Dema Jinê hevdîtina 8’ê Adarê 2025-02-16 17:33:16 STENBOL-Komeleya Dema Jinê bi dirûşmeya ‘Em demê bi azadiya jinê dipêçin û tên’ hevdîtin pêk anîn. Di hevdîtinê de li ser mezinkirina têkoşîna aştî û jinan hat sekinîn. Komeleya Dema Jinê di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan  a Cîhanê de bi dirûşmeya ‘Em ê bi azadiya jinê dipêçin û tên’ li Bagcilar hevdîtin pêk anîn.   Seroka Komeleya Dema Jinê Dîlek Başalan diyar kir ku jin kirdeya jiyanê d ene û bi salane ji bo aştiyê têkşînê mezin dikin. Dîlek Başalan daxuyakirin ku neçarin têkoşîna jinan û aştiyê mezin bikin û gotew tenê jib o jinan tênakoşin ji bo hemû xweza, jinan zarokan û hişmendîkirina mêran têdikşin. Dîlek Başalan anî ziman ku wê şîna jinên tên qetilkirin bi hêrsa xwe li kolanan mezin bikin.Dîlek Başalan her wiha got têkoşîna jinan girînge û rêxistibûn, têkoşîn di rih û hestan de ye.   Endama rêveberiya Komeleya Dema Jinê psîkolog Esra Kahraman jî axivî û der barêgirîngî û çavkaniya hêza parastina cewherî de atolyeyek pêk anî.Zubeyde Ogurlu di atolyeyê de axivî û diyar kir ku heta jiyan bidome wê têkoşînê jî bidomînin.   Bername bi govend û dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’ bidawî bû.