Konvoyeke nû ya gel ber bi Tişrînê bi rê ket 2025-02-11 12:43:45         NAVENDA NÛÇEYAN - Li hemberî êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li ser Pira Qereqozaxê û Bendava Tişrînê ku ji 8'ê Kanûna 2024'an û vir ve dewam dike, nobeda berxwedana gel di roja 34'an de ye.   Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ji bo parastina bendavê û şermezarkirina êrişan ji 8’ê Çileyê ve li gorî koman nobeta parastina bendavê dewr digirin.    Vê sibehê ji bajarên Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê, Til Birak û Şedadê yên kantona Cizîrê bi dehan kes ji bo biçin bendavê li Çerxerêya Panorama ya li bajarê Hesekê hatin gel hev.   Endama Meclisa Kongra Star a bajarê Hesekê Zehra Elî wê cihê xwe di çalakiya nobetê de bigire got: "Em diçin Bendava Tişrînê. Em ê li hemberî dagirkeriyê bisekinin. Parastina bendavê erka her kesî ye."   Şêniyê bi navê Botan Cizîrî yê ji Hesekê jî anî ziman ku serketina berxwedana Bendava Tişrînê serketina tevahiya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.   Jina bi navê Munewer Yûsif jî destnîşan kir ku bi êrişan nikarin îradeya gelên herêmê bişkînin û wiha domand "Em ji bo piştgiriya bi YPJ û QSD’ê re diçin bendavê."   Girse bi berzkirina dirûşmên silavkirina berxwedana QSD û YPJ’ê ber bi Bendava Tişrînê ve bi rê ketin.