Li dijî êrîşan li Kobanê meş hat lidarxistin 2019-10-22 19:31:04   KOBANÊ - Bi sedan şêniyên Kantona Kobanê li qada Şehîd Egîd hatin gel hev û li dijî êrîş û çekên qedexekirî ku li ser gelê Girê Sipî û Serêkaniyê hatibûn bikaranîn û hîna jî têne bikaranîn, meşiyan û soza parastina axa xwe dubare kirin.   Bi dirûşma "Dagirkeriya Tirk li pêşberî cîhanê, bi çekên qedexekirî sivilan li Serêkaniyê dikuje" bi sedan şêniyên Kantona Kobanê li qada Şehîd Egîd kom bûn û êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin. Gel wêneyên jin û zarokên ku di şerê Serê Kaniyê de bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin û bi pankartên bi nivîsa "Şoreşa me şoreşa gelane", "Tirk tunekirina çand û hebûna Kurdan e" hatibûn hildan.   'Ev dem, dema yekbûnê ye'   Mitîng bi deqeyek rêzgirtina ya ji cangoriyên azadiyê  dest pê kir. Li ser navê tevgera jinê Sara Xelîl axivî û wiha got: "Car din dijminê mirovahiyê şerekî bê exlaq dest pê kir. Ev planê qirkirinê ye. Êrîşên ku niha tên kirin ev berdewamiya komploya navneteweyî ye. Dema ku dewleta Tirk êrîşî Serêkaniyê kir bi hezaran jin Zarok hatin kuştin û li kolanan man. Şervanên me berxwedanek bê hempa kirin. Daxwaza me ji gelê me heye dema ku gel bibin yek wê demê em ê bi ser kevin. Bi salane em gelên vê herêmê bi awayekî hevbeş dijîn. Lê dijmin dixwaze vê jiyana hevbeş têk bibe û dijiminahiyê bixe nava gelan de. Dewleta tirk ne tenê jin, zarok, kal, pîr û leşkeran dikuje, di heman demê de siyasetmedaran jî hedef digire û qetil dike. Weke hevala me Hevrîn Xelef ku li pêşiya wê kemîn danîn û bi awayek hovane qetil kirin. Ya girîng ji bo dagirkeran jiyanê li gelan bike dojeh. Banga min ji tevahî jinan heye ku em li kêleka şervanên xwe bisekin."   'Serketin wê ya gelan be'   Gêlo Îsa li ser navê partiya siyasî axftin kir û wiha got: "Ji navenda berxwedana Rojava, îro em li hev dicivin em ê serketinê misoger bikin. Kesên ku îro me li Serêkaniyê û Girê Sipî dikujin dijiminekî bê dîn û exlaqe. Ne tenê dijiminê mirovahiyê ye, di heman demê de ew dijiminên xwezayê ne jî, ji ber wê çekên qedexekirî îro li ser me têne bikaranîn. Ji bo têkbirina vê dagirkeriyê pêwîste em li kêlek şervanan û Rêveberiya Xweser a Demokratîk bin û yekbûyînê ava bikin. Armanca Tirkiyê ewe ku demografiya herêmê bighure û ji nû ve DAIŞ'ê zindî bike.  'Di bin navê aştiyê de bi hezaran malbat koçber bûn' Silêman Geşîş li ser navê kar û barê civakî ya herêma Firatê axivî û wiha got: "Em bejna xwe li hemberî şehîdên xwe ditewinin. Îro roja 14'mîn e şervanên me li ber xwe didin. Di encama şerê dagirkeriyê de bi hezaran xwendevan ji dibistanan qut bûn. Bi hezaran gel ji malên xwe koç bûn.  Dagirkeriyê li Girê Spî û Serêkaniyê bi hezaran gel qetîlkirin. Em weke gel wê tucaran koletî û bindestiyê nepejirînin. Em ê bi awayek wekhev û piroja welatê demokratîk biserkevin."   'Parastina axê, parastina şerefê ye'   Li ser navê oldarên Kobanê Îbrahîm Remo axivî û wiha got: "Li gor pirtûka pîroz dibêje xwedê em afirandiye. Yê ku erdê xwe berde wê demê şerefa xwe jî berdide. Em ne gelekî bê şeref in ku axa xwe û welatê xwe berdin. Dagirkerê ku di bin navê aştî û xwedê de êrîşî me dike, bi îzna xwedê wê ew bin bikeve. Ji ber ew ruhê ku xwedê daye evdan, îro bi destê evdên desthiladar tê tunekirin ji ber wê, xwedê tola zarokên biçûk, însanên bê guneh ji neheqan bistîne."   Mitîng bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.