Heyva Sor a Kurd encama êrîşên hatin kirin diyar kir 2019-10-22 18:36:17   HESEKÊ - Îro Heyva Sor a Kurd li Navçeya Til Temir daxuyaniya çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de hejmara kesên li Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê birîdar bûn û jiyana xwe ji dest dan hat aşkerakirin.    Îro endam, bijîşk û hemşîreyên Heyva Sor a Kurd li Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn a Navçeya Til Temir  a girêdayî Kantona Hesekê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Daxuyaniya ku bi sê zimanan hat dayîn ya bi kurdî  ji aliyê Berpirsa Heyva Sor a Kurd Dilgeş Osê ve  hat xwendin.    Daxuyanî wiha ye:   "Em ber bi saetên dawîbûna Agirbestê ve diçin, mîna ku êdî wê çarenûsa gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê were diyarkirin ku heya vê kêliyê jî Civaka navneteweyî tu gavên cidî li hember êrîşên dewleta tirk, neavêtiye.   DAIŞ xeteriyeke li ser gel û herêma me ye    Di vî şerî de Gelê Kurd, Ereb û Aşûrî bûn qurbanên top û tangên wan, mirovên xwe wenda kirin û Civaka Navneteweyî ev çend sal in ne girtiyên xwe yên DAIŞ û ne jî malbatên  DAIŞ'ê  vegerînin welatên wan. Ji ber ku ev çete ji bo herêma me xeter bûn.    'Em alikariya xwe bi koçberan re dewam dikin'   Rewşa Kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berê ne baş bû lê niha pir xirab bûye û dibe sedema qeyranên pir mezin. Em alîkariya xwe ya bi koçberan re dewam bikin û rêzgirtinê ji qanûnên mirovî re digirin û em tehamûlî mirina wan kesan nakin.    Lê bi rastî baweriya me bi mirovbûna Civaka navnereweyî  şikest û em êdî nikarin berpirsiyariya ewqas koçber rakin.   Heya vê kêliyê zêdetirî 200 hezar kes ji ber êrîşên dewleta Ttrk ji warê xwe koçber bûn, ewqas kes ji tî, birçî ma.  Kesên koçber pêdiviya wan bi avê heye û 50 hezar kes ji heftiyekê zêdetir e pirsgirêka avê dijîn. Tevî ewqas buyer Şaneyên Razayî ên DAIŞ li herêmê belav dibin û dîsa gelan bi xeteriyeke mezin re rûbirû dihêlin. Êdî em jî wekî Heyva Sor a Kurd û rêxistinên mirovî alîkariyê nikarin bibin kampan, ji ber ku  xeteriyek li ser endamên Heyva Sor a Kurd û rêxsitnên mirovî dide çêkirin. Hêzên QSD'ê û Ewlehiya Hundirîn nikare êdî parastina wan bikin.   Hejamar kuştî û birîndaran zêde ye   Ji bilî cenazeyên ku di bin xanî û dîwaran de mane, hejmara kuştî û birîndaran a piştî agirbestê ku hatiye testpîtkirin wiha ye; ji dema destpêkirina Agribestê de 21 kesî jiyana xwe ji dest daye û 27 kes birîndarin.  9 endamên ku di xebatên tendrustiyê de cih digrin jiyana xwe ji dest dane, birîndar û hatine revandin. 5 nexweşxaneyên meydanî, 2 li Kobanê û gelek nexweşxanyên din êdî nikarin xizmetê bidin gel. Niha em nikarin xwe bighînin Kobanê û Minbicê dermanan ji wan re rêkin.    Em nizanin piştî agirbestê dê çi qeyranên rû bide.  Eger êrîş berdewam bikin em bawer dikin ku wê hîn bêhtir kes ji seranserî sînor koç bikin. Rewşa hewayî zû tê guhertin ji ber wê dê zarok, jin û pîr û mêr pir zirarê bibînin.   Li gorî daneyên ku ji aliyê komeleya me Heyva Sor a Kurd ve hatine tespîtkirin ji destpêka êrîşan û heta niha hejmar kutî û birîndaran wiha ye;  84 kesî jiyana xwe ji dest daye, 238 birîndar hene û her wiha li gorî hejmara Desteya Tendrustiyê ya Bakurê Sûriyê jî bi giştî hejmara wiha ye; 677 kes birîndar û 242 kesî jiyana xwe ji dest daye. Di nava van kesên jiyana xwe ji dest dane 22 jê zarok in."