Kurdên li Ewropayê dosyaya sîvîlên di şer de hatine qetilkirin pêşkeşî NY'ê kirin 2019-10-17 18:52:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Kurdên li Paytexta Nemsa Viyanayê dosyayek girêdayî sûc û komkujiyên ku dewleta tirk  li Rojava pêk tîne pêşkêşî navenda NY'ê kir.   Kurdên li Ewropayê çalakiyên li dijî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wên ên li dijî Rojava didomînin.    Têkildarî sûc û binpêkirina mafan ên dewleta tirk li Rojava pêk tîne, kurdên li paytexta Nemsa Viyanayê dosyayeke radestî navenda N'ê kirin.   Kurdistaniyan wêneyên qurbaniyên sivîl ên topbarana tirkiyeyê hildan.