Li Nisêbînê ciwan di nav lepê çeteyên hişbirê de ne 2019-06-15 09:21:45   MÊRDÎN - Li Nisêbînê ku piştî qedeyê di bin navê ‘ewlehiyê de’ bi qerekol û kamerayên mobesayê her der tê şopandin. Ciwanê bi navê T.H. da zanîn ku bikaranîna hişbirê nayê dîtin û got ew jî niha derman dibe û wiha got: “ Divê demildest navendên ciwanan ên ku ciwanan perwerde dikin bikevin meriyetê.”   Li Nisêbînê di navbera 2015-2016’an de qedexeya derketina derve hat îlankirin û piştre pevçûnan dest pê kir. Piştî vê jî hewl hat dayîn ku bingeha navçeyê ya demokrafîk xera bikin. Li navçeyê bi taybet fuhuş û bikaranîna hişbirê derketiye asta herî jor û di rojên borî de gel li taxa Yenî Turan ciwanên ku hişbir difrotin û bikardianîn kirin der. Li kolana Mêrdînê bi taybet li dora dibistana Seretayî ya Cumhuriyet û derdora wê kesên bi motor bazirganiya hişbirê dikin û malbat jî bi fikar temaşe dikin. Tevî ku li kolanê gelek mobesa jî hene, kesên hişbirê difroşin bi rehetî digerin û bala her kesî dikşînin. T.H yê demekê wî jî hişbir bi kar dianî diyar kir ku bazirganiya hişbirê wek torekê tê meşandin û cihên diyarkirî jî hene.   ‘Li Serêavê û cihên wekî wê cihên wan hene’   T.H. der barê geşedanên li navçeyê de ev tişt got: “Li Serêavê cihên wan hene. Yên digirin diçin wir dikirin. Di rewşa heyî de kesekî din vî karî bike, carek din ji girtîgehê dernakeve. Yên difroşin bixwe teslîm dibin lê piştre tên berdan. Di rojên borî de li navçeyê polîsan wesayîtek dan sekinandin. Kesek ji hundirê wesayîtê derket û reviya. Hat girtin lê piştre berdan. Li ber hemû dibistanan ji van ciwanan 10-15 heb hene. Ber mala me jî tije ne. Polîs her şev van digire û piştre ber dide. Ji bo ku kes tevlî siyasî nebe, çavê xwe ji her tiştê xirab ku dikin re digirin.”   ‘Bazirgariya hişbirê heye’   T.H. di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku derfetên kar yên ciwanan li navçeyê pir kêm in û kesên kuhişbirê difroşin rojê 100-200 TL qezenc dikin. T.H. wiha pê de çû: “Her kes dizane lê kes dengê xwe nake. Piştî qedeyê ev der vala man. Ciwan ji bo pere qezenc bikin dikevin vê rêyê. Yên van madeyan bi kar tînin jî temenê wan pir ketiye. Ciwan ji bo pereyê hişbirê derxin çopê kom dikin. Dan û standina vê bi motoran dikin. Li vir bazirganiya hişbirê tê kirin. Di rojên borî de li taxa Yenî Turan ji ber hişbir dihat bikaranîn li çend kesan dan. Min jî demek dirêj ev made bi kar anî. Lê bi saya piştgiriya min dît, xilas bûm. Carek din jî tiştek wisa nakim.”   ‘Xwediyên kafeyan jî ne bêguneh in’   T.H. di dawiya axaftina xwe de balkişand ser çanda kafeyên zêde bûne û wiha dawî li gotina xwe anî: “GBT’yê li vir tên kirin, ji bo wan nayên kirin. Li welatiyên di hemdê xwe de tên kirin. Gelo çima li vir ji bo ciwanan tiştek nayê kirin tenê kafe tên vekirin. Xwediyên wan kafeyan jî ne bêguneh in. Piştgiriya van jî heye. Ji bo ciwanan dikarin navendên ciwanan bên çêkirin. Perwerde bê dayîn. Me şaredarî ji nûve girtin, divê di demek nêz de ev navend bên çêkirin.”